09:05 18 Cotmeh 2017
Zindî
    jinên êzidî

    Bizavkarê Êzidî: 1700 kes bi kirîna ji bazarên DAIŞê yên koleyan hatin rizgarkirin

    © AP Photo/ Dalton Bennett
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Bizavkarê Kurdên Êzidî Elî Huseyîn el Hansurî ragihand ku hezar û 700 jinên êzidî ji bazarên koleyan yên DAIŞê hatine kirîn û bi vî awayî hatine rizgarkirin.

    Li gor bizavkarê êzidî Hansurî niha yek ji bazara koleyan ya herî mezin DAIŞê biriye Reqayê û ji bo rizgarkirina jin û zarokên êzidî ajanên taybet kar dikin.

    Hansurî got, ew ajan li bazarên DAIŞê li kesên hatine dîlkirin digerin û dema bi ser wan ve vedibin jî bi awayê kirînê wan rizgar dikin û digihînin malbatên wan.

    'MALBATÊ BI ZOR EW NAS KIR'

    Hansurî wiha axivî: "Fayza bi 17 hezar dolaran hat firotin. Ev pere ji aliyê bizavkaran û Komeleya Rizgarkirina Êzidiyên Hatine Dîlkirin ve hat terxankirin. Piştî ku ew 21ê Hezîranê hat rizgarkirin, ew birin kampeke Herêma Kurdistanê. Ji ber ku 3 sal bi ser revandina wê de derbas bûbûn, malbatê ew bi zehmetî nas kir. Rewşa 9 endamên malbatê wisa ye. Fayza dema dîl bû, karê xizmetkariyê kiriye."

    Bizavkarê Êzidî diyar kir, wan jineke bi navê Ammî jî tevî 5 zarokên wê li Reqayê dîtiye û bi dayîna 50 hezar dolaran 25ê Mijdara 2016an hatiye rizgarkirin.

    Hansurî bi bîr xist, wan heta niha 1700 êzidî bi vî awayî ji destê DAIŞê rizgar kirine ku wan 6ê Berfanbara 2016an ji bo keçeke êzidî ya bi navê Hayfa 16 hezar dolar daye û 22yê Adarê jî ji bo xwişkên bi navê Suzan û Şîrîn jî 22 hezar dolar dane.

     

    Bi heman mijarî:

    Doza hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê hat paşxistin
    Li wî bajarê Tirkiyê operasyona DAIŞê: 5 kes hatin binçavkirin
    'Standina S-400î ya Tirkiye, tê wateya têkçûna Amerîkayê li hemberî Rûsyayê'
    Lavrov: Divê kurd, beşdarî pevajoya çareseriya li Sûriye bibin
    Berdevkê nû yê hikûmeta Tirkiyeyê hat diyarkirin
    Malikî ji bo Rûsyayê: Nehêlin ku Sûriye parçe bibe
    Etîketan:
    Sûriye, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de