05:42 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Kerkûk

    Doza hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê hat paşxistin

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 73 0 0

    Doza ku ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Iraqê ve ji ber biryara hildana ala Kurdistanê li dam û dezgehên parêzgeha Kerkûkê hatibû vekirin, hat paşxistin.

    Dadgehîkirina Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ku ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê doz li dijî wî hatiye vekirin, di rûniştina 24ê Tîrmehê ya duyem a dadgehê de ji bo 2yê Tebaxa 2017an hat paşxistin.

    Dadgeha Îdarî ya Wezareta Dadê ya Iraqê bi serlêdana 5 endamên Cepheya Tirkmenî yên Encûmena Parêzgeha Kerkûk û bi tohmeta bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê ya bi şêweyekî neyasayî, doz li Serokê Encûmena Kerkûkê Rêbwar Talebanî vekiribû û hîn dadgehkirina wî berdewam e.

    Encûmena Parêzgeha Kerkûkê roja 28ê Adara 2017an bi piraniya dengan biryar standibû ku li hemû fermangeh û saziyên hikûmetê yên li Kerkûkê, li kêleka Ala Iraqê, Ala Kurdistanê jî were bilindkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li wî bajarê Tirkiyê operasyona DAIŞê: 5 kes hatin binçavkirin
    'Standina S-400î ya Tirkiye, tê wateya têkçûna Amerîkayê li hemberî Rûsyayê'
    Lavrov: Divê kurd, beşdarî pevajoya çareseriya li Sûriye bibin
    Berdevkê nû yê hikûmeta Tirkiyeyê hat diyarkirin
    Malikî ji bo Rûsyayê: Nehêlin ku Sûriye parçe bibe
    HDPê dê komcivîna partiya xwe sibê li Amedê li dar bixe
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de