07:53 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê

    Partiyên Kurdistanê li ser hemû mijaran li hev kirin

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12610

    Li gorî daxuyaniya Berdevekê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mihemed Mehmûd wan ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser hemû mijara li hev kirine.

    Heyeta Polîtburoya PDK û YNKê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê civiyan û bi gotina beşdarên hevdîtinê civîn baş û berhemdar bûye.

    PDK û YNKê li ser giştpirsiyê û karkirina bê merc a parlementoyê bi taybetî gotûbêjkirine. Heyeta YNKê derbarê encamên serdana xwe bo Tehranê ji polîtburoya PDKê re gotiye, Îran ne bi referandumê re ye, lê berpirsên Îranê gotine ji ber siyaseta Bexdayê, Herêma Kurdistanê hatiye neçarkirin ku biryara referandumê bide.

    Mihemed Mehmûd di axaftina xwe de got: Ti pirsgirêk nema ku PDK û YNK li ser li hev nekiriye û her tişt bi dawî bûye. Herwiha Berdevkê PDKê dixwaze, ku Tevgera Goran, bê merc beşdarî aktîvkirina parlamentoya Kurdistanê bibe, da ku ev nakokî bidawî bibin û rewş jî normal bibe.

    Bi heman mijarî:

    Malikî: Kurdistan nikare serxwebûna xwe ragihîne
    Herêma Kurdistan: Serokê DAIŞê Bexdadî sax e
    Li Tirkiyeyê partîyeke din bi navê Kurdistan tê damezrandin
    Li parlametoya Tirkiyeyê êdî ji peyva ‘Kurdistan' re cezayê pere tê birîn
    Barzanî: Sozdan lê Kurdistan kirin 4 parçe
    Etîketan:
    Partiyên Kurdistanê li ser hemû xalan li hev kirin, YNK, PDK, Mihemed Mehmûd, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de