09:47 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Kerkûk

    Fermandarê Pêşmerge: Em destûr nadin ti hêzek derbasî sînor bibe

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8310

    Fermandarê Pêşmerge yê Mîhwera 4 a Kerkûkê Westa Resûl ragihandin ku ew bi ti awayî destûr nadin hêzeke din têkeve sînorê bajarê Kerkûkê.

    Fermandarê Pêşmerge yê Mîhwera 4 a Kerkûkê Westa Resûl di axaftina xwe de got: "Çeperên hêzên pêşmerge yên li sînorê Kerkûkê gelek qahîm in û ti pêwîstî bi hatina hêzeke din bo wî sînorî nake ji bo ku ti metirsiyek li ser sînorê Kerkûkê nîne û ji ber wê jî ti pêwîstî bi hêzeke din tineye."

    Resûl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em rê nadin ti hêzeke din ku derbasî sînorê Kerkûkê bibe, tenê eger bi rêkevtin û razîbûna Wezareta Pêşmerge û Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmerge nebe."

    Fermandarê Pêşmerge k udi heman demê de endamê serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî ye di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li sînorê Kerkûkê tenê lîwayeke Heşdî Şebî heye ku li sînorê Taze û Beşîr bi cih in û ew jî tirkmenên şîe ne û di bin ferman û rêpêdana Pêşmerge li wî sînorî ne."

    Bi heman mijarî:

    Parlamenter Tan: Di nava dewleta Kurdistanê de divê Kerkûk û Mûsilê jî hebin
    Kerîm: Kerkûk dê beşdarî referandûma serxwebûnê bibe
    Waliyê Kerkûkê Kerîm: Kerkûk a kurd, tirkman û ereban e
    YNK: ‘Kerkûk bajarê Mam Celal e'
    Namzetê Serokatiya MHPê: Kerkûk Tirk e, ez nijadperestiyê dikim
    'Kerkûk ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tê îdarekirin'
    Etîketan:
    Fermandarê Pêşmerge yê Mîhwera 4 a Kerkûkê, Heşdî Şebî, YNK, Westa Resûl, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de