23:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Rûspiyê civaka yahûdî bangî Îsraîlê kir: Bi xurtî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20720

    Akademîsyen û rûspiyê civaka îsraîlî yê bibandor ku 25 salan di îstîxbaratê de xebitiye Mordexayî Kêdar bangî hikûmata Îsraîlê kir ku bi xurtî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike.

    Pisporê Rojhilata Navîn û lekolînerê Navenda Lêkolînên Stratrejîk ên Begin Sadatê Edy Cohen li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku hevkar, akademîsyen, pisporê girseya erebî û rûspiyê civaka yahûdî li Îsraîlê Mordexayî Kêdar bi xurtî piştgiriya serxwebûna Herêma Kurdistanê dike.

    Li gorî agahiyên ku Cohenî li ser malpera xwe belav kirine, Mordexayî Kêdar dibêje, belkî serxwebûna Kurdistanê dereng mabe, lê dem niha gelekî guncav e ji bo ev gelê dostê Îsraîlê serxwebûna xwe ragihîne. Herwiha Kêdarî ji hikûmeta îsraîlî daxwaz kiriye ku bi xurtî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike.

    Hêjayî gotinê ye ku Mordexayî Kêdar pisporê girseya erebî li Îsraîlê ye û xwedan bandoreke mezin li ser komeleya îsraîlî û cihû ye ku di serî de li Amerîkayê û li gelek welatên cîhanê axiftinan dike. Kêdar 25 salan di nava îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê de xebitiye.

    Bi heman mijarî:

    Cihûyên Kurdistan û Îsraîlê: Îsraîl bi xurtî piştgiriyê dide Serxwebûna Kurdistanê
    Şîretkarê Barzanî yê berê Mohemed Cuma: Îsraîl û Kurdistan dê ji neçariyê federaliyê çêkin
    Wezîrê îsraîlî: Bila Amerîka û Îsraîl piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin
    Dr. Edy Cohen: "Herêma Kurdistanê wê dewleta xwe damezrîne"
    Etîketan:
    Akademîsyen û rûspiyê civaka îsraîlî, Mordexayî Kêdar, Îsraîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de