02:00 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Tora Bora mountains in Afghanistan are seen from the Pakistani village of Arawali. (File)

    ‘DAIŞ li Çiyayê Hemrîn amadehiya şerê gerîlayî dike'

    © AP Photo/ Shabbir Hussain Imam
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 29703

    Rêxistina terorîst a DAIŞê piştî bajarê Mûsilê yê Iraqê winda kir, niha hindik maye Reqqaya bajarê Sûriyeyê ku ji xwe re wek ‘paytext' bi nav kiribû winda bike.

    Rêxistina terorîst a DAIŞê piştî bajarê Mûsilê yê Iraqê winda kir, niha hindik maye Reqqaya bajarê Sûriyeyê ku ji xwe re wek ‘paytext' bi nav kiribû winda bike. Li gorî îdîayan rêxistina DAIŞê stratejiya xwe diguherîne û amadehiya şerê gêrîlayî dike.

    Berpirsên hêzên iraqî ku Amerîka piştgiriya wan dike di axaftina xwe ya ajansa Reutersê de ragihandin ku DAIŞ wê stratejiya xwe ya şer biguherîne û bi kes û bi grûbên biçûk şer dewam bike.

    ​Li gorî agahiyên berpirsên iraqî, milîtan û femandarên rêxistina terorîst a DAIŞê çend meh berê ji Mûsilê veqetiyan û derbasî Çiyayê Hemrîn bûn. Ji wê herêmê dikarin xwe bigihînin 4 eyaletên cuda yên Iraqê. Ji van kesan gelek ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin girtin, lê gelek jî xwe xelas kirin û gihîştin çiya û ji bo operasyonên nû baregehên rêxistinî ava dikin.

    Bi heman mijarî:

    8 kes û komên girêdayî DAIŞ û El Qaîdeyê ketin lîsteya toleyên NYyê
    DAIŞ bû 2 perçe û yek ji wan li bajarê Telaferê serxwebûna xwe ragihand
    YPG: DAIŞ li Reqayê sivîlan bi kar tîne
    HSDê taxên rojava dorpêç kirin, DAIŞ jî êrişî noqteyên kontrolê dike
    Çavderîya Sûrîyê: DAIŞ bi tevahî ji Helebê vekişîya
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Çiyayê Hemrîn, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de