23:10 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Şerê li Şingalê

    Meha dawî zêdetirî 700 malbatên şingalî vegeriyan malên xwe

    © AP Photo/ Seivan Selim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Li gorî çavkaniyên herêmî, di van rojên dawî de rojanê 50 -60 malbatên xelkê Şingalê vegeriyan cih û warên xwe.

    Meha dawî zêdetirî 700 malbatên şingalî û derdora wê ji kampên Duhokê vegeriyane navçeya xwe. Şingaliyan daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku xizmetguzariyên av, elektrîk û tendirustiyê ji bo wan peyde bike.

    Digel Şingal wêran bûye û niha ti xizmetguzarî lê nayê kirin jî dîsa şingalî vedigerin cih û warên xwe. Şingaliyê bi navê Kemal Hacî Murad ragihand ku weke gelek malbatên din ew jî vegeriyane Şingalê, her roj nêzîkî 50 malbat vedigerin û pêwistiya wan bi xizmetguzariyên av û elektrîkê heye.

    Ji aliyê din ve Endamê Encumena Navçeya Şingalê Xwedêda Murad Hesen jî got: "Heta niha ji bo avakirina Şingalê ti alî pêngave cidî neavêtine. Ew weke îdara Şingalê, weke qeymeqam û encumen, ji hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku alîkariya xelkê navçeyê bikin û pêwîstiya elektrîk û avê dabîn bikin da ku xelk bêtir vegere.

    Li gorî agahiyên Endamê Encumena Şingalê Xwedêda Murad Hesen di meha dawî rojane 50 — 60 malbat vedigrin cih û warên xwe.

    Bi heman mijarî:

    Li Şingalê 37 kes bi awayekî nediyar hatine kuştin
    ‘Heşdî Şebî ji bo li dijî serxwebûna Kurdistanê derkeve li Şingalê bi cih bûye'
    Barzanî û General Townsend gefên ser Nînowa û Şingalê gotûbêj kirin
    5 gorên komî yên aîdî êzdiyan li Şingalê hat dîtin
    Krîza li Şingalê mezin dibe, Haşdî Şabî li Şingalê bicih bû
    Ebadî: Li Şingalê hêzeke ji artêşa Iraqê û Pêşmerge tê avakirin
    Etîketan:
    Şingalî vedigerin cih û warên xwe, Endamê Encumena Navçeya Şingalê, Xwedêda Murad Hesen, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de