09:03 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Operasyon - Mûsil - Pêşmerge

    Serfermandar: Ti kes nikare çekên giran ji Pêşmerge bistîne

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 80 0 0

    Serfermandarê Pêşmerge Cemal Emînkî di axaftina xwe de ragihand ku ti kes nihare çekên giran bistîne, Pêşmerge bi xwîna xwe ew çek bi dest xistine

    Li gorî nûçeya malpera Rîdawê Serfermandarê Pêşmerge Cemal Emînkî bersiv da Serkirdeyê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Samî Eskerî ku ji Bexdayê daxwaz kiribû çekên giran ji Herêma Kurdistanê bila werin standin. Çend roj berê Serkirdeyê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Samî Eskerî ku ser bi Nûrî Malikî ye, di medyaya Iraqê de ragihandibû ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çekên giran radestî hikûmeta navendî bike û gotibû: "Nabe ku hikûmeta xwecihî, xwediyê çekên giran be."

    Li ser vê daxwazê Serfermandarê Pêşmerge Cemal Emînkî ragihand ku ji sala 1991an ve Pêşmerge xwediyê çekên giran e û bi xwîna xwe ew bi dest xistine. Çekên giran dê di destê Pêşmerge de bimînin û ti kes nikare jê werbigre."

    Ji aliyê din ve Endamê Kutleya Ehrar a li Parlementoya Iraqê Macid Cebar Zure ku edamê Lijneya Asayiş û Berevaniyê ye got: "Ew alîkariyên ku di dema şerê li dijî DAIŞê de ji Pêşmerge re hatin pêşkêşkirin, alîkariyên taybet bû ji bo Pêşmerge ku li dijî DAIŞê şer dikirin. Ji ber vê asayî ye ku di destê wan de bimînin. Lê divê li ser hejmar û cûreyên çekên di destê Pêşmerge de, agahiyên Wezareta Berevaniya Iraqê hebe."

    Bi heman mijarî:

    2 hezar keçên Êzidî dixwazin bibin Pêşmerge
    Dewlet xelkê sivîl li hemberî Pêşmerge bi çek dike
    ‘Amerîka 2 lîwayên din ên Pêşmerge biçek dike’
    Ji hêzên Pêşmerge û asayîşa Kurdistanê operasyoneke mezin
    Konsulê Brîtanî: Wê alîkariya leşkerî bo Pêşmerge berdewam be
    Cafer Şêx Mistefa: Hevpeymanî dê piştgirîya pêşmerge berdewam bike
    Etîketan:
    Serfermandarê Hêzên Pêşmergeyê, Samî Eskerî, Cemal Emînkî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de