10:23 20 Îlon 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    Serkirdeyê YNKê Mela Bextiyar: Îranê referandûm red kir û me jî parast

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (245)
    0 43 0 0

    Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar li ser serdana şandeya YNKê ya Îranê axivî.

    Bextiyar di civîneke rojnamevanî de li ser helwesta Îranê ya wan derbarê referandûma serxwebûnê de diyar kir: "Îranê referandûm red kir û me jî gotina xwe ji rayedarên Îranê re got."

    'WAN GOTINA XWE GOT, ME JÎ GOTINA XWE GOT'

    Mela Bextiyar bal kişand ser di civîna bi rayedarên Îranê re de Îranê bi awayekî hûrgilî dijayetiya xwe ya li ser referandûmê ragihandiye û got, ‘Wan gotina xwe got û me jî gotina xwe got. Wan referandûm red kir û me jî parast."

    Mela Bextiyar destnîşan kir ku biryara referandûmê ji aliyê 16 partiyan ve hatiye dayîn û wiha pêde çû: "Di rêkeftina me û Goranê de heye, em partiyeke wisa ne ku me diruşma dayîna biryara çarenûsa xwe bilind kiriye. Me federaliya xwe anî cih. Ji ber vê niha em nikarin berevajî diruşmên xwe bi tena serê xwe biryar bidin."

    'WEKE PARTIYÊN DIN EMÊ BEŞDARÎ PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ BIBIN'

    Bextiyar li ser diyarkirina dema hilbijartinên Parlemento û Serokatiya Herêma Kurdistanê jî wiha axivî: "Dema hilbijartinan hatiye diyarkirin. Niha tenê ev dimîne; gelo komîsyon dikare heta wê demê amadekariya xwe ya ji bo pêkanîna hilbijartinan temam bike? Eger komîsyon bikaribe ku vê pêvajoyê pêk bîne. Em weke YNKê, qet xwariyeke me tune ye û weke partiyên din emê beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibin."

     

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (245)

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Ji sedî 30yê Reqayê hat rizgarkirin, HSD ji 4 aliyan ve pêşve diçe
    Erdogan bi Serokomarê Îsraîlê re hevdîtin pêk anî
    Parlamentera HDPê hat desteserkirin
    Hêzên Koalîsyonê: Me 26 car çeperên DAIŞê yên li Reqayê bombebaran kir
    Kuweytê ji balyozê Îranê daxwaz kir ku welêt bi terikîne
    Termînala balafirgeheke li Almanyayê hat tehliyekirin
    FSBê kanaleke hinartina kokaînê ji Ukraynayê ber bi Qirimê ve asteng kir
    Balafiran Qendîl bombebaran kir
    Etîketan:
    Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de