14:41 22 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê li ser zindana Hewlêrê

    'Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re bihêztir bike'

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Balyozê Tirkiyê yê Hewlêrê Mehmet Akîf Înam diyar kir, Tirkiye berdewama pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re dixwaze û ew dixwazin pêwendiyên xwe bihêztir bikin.

    Balyozê Tirkiyê yê Hewlerê Mehmet Akîf Înam, li dema şandeya Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serdana Konsulxaneya Tirkiyê kir ragihand ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bike.

    Li gor nûçeya BasNewsê di wê hevdîtinê de, behsa pêwendiyên aborî û siyasî yên di navbera Hewlêr û Enqere de hat kirin û herdu aliyan tekez kir ku berjewendiya Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî di wê yekê de ye ku pêwendiyên wan berdewam bin.

    Herwiha di civînê de behsa proseya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat kirin û herdu aliyan bi eşkere behsa helwesta xwe li hemberî referandûmê kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Koreya Bakur amadekariya ceribandineke nû ya moşekan dike’
    Pentagonê bo nûçeya AAyê hişyarî da: Belavkirina agahiyên leşkerî dê hêzên me bixe xeterê
    Cihê 370 DAIŞiyan hat eşkere kirin
    ‘Amerîka 2 lîwayên din ên Pêşmerge biçek dike’
    Li seranserê dinyayê rûpelên Facebookê venebûn
    Olîmpiyadên Havînê yên Moskowê 37 sal berê wekî îro destpê kirin
    Dumaya Rûsyayê derxistina ji hemwelatiya tawanbarên terorê pesend kir
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de