18:34 20 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    ‘Amerîka 2 lîwayên din ên Pêşmerge biçek dike’

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4610

    Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Ferîq Cemal Emînkî ragihand, wê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku pêşengiya wê Amerîka dike, alîkariya çek û teqemeniyan bo Pêşmerge berdewam bike û biryar e 2 lîwayên din ên Pêşmerge biçek bikin.

    Ferîq Cemal Emînkî di hevpeyvîna di malpera KDP.infoyê de da xuyakirin: "Ew gotinên ku dibêjin piştî şerê DAIŞê nabe Hêzên Pêşmerge bi çekên giran bin, nerast in û ji sala 1991ê ve çekên giran di destê Pêşmerge de hene û Hêzên Pêşmerge ew çek bi xwîna xwe bidest xistine û kesî bi xêra xwe nedane me."

    Emînkî got: "Di şerê DAIŞê de çekên giran di destê Pêşmerge de hebûn û dê ew çek her di destê wan de bimînin û kes nikare wan çekan werbigire."

    ‘TI SEDEMÊN KU AMERÎKA ALÎKARIYA ÇEKAN BO PÊŞMERGE RAWESTÎNE TUNE NE'

    Fermandarê Giştî yê Pêşmerge bal kişand ser alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî û destnîşan kir: "Wê alîkariya çek û teqemeniyan ji bo Hêzên Pêşmerge berdewam be, ew jî li gorî bernameyên wan ku Amerîka di naverasta sala bê de, dê 2 lîwayên din ên Pêşmerge biçek bike û perwerdeya leşkerî jî bide wan. Lewma jî ti sedem tune ne ku ewê alîkariyên xwe ji bo Hêzên Pêşmerge rawestînin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kûçika ku xezalê ji xeniqandinê xilas kir bû fenomen
    40 fermandarên DAIŞê bi rêya qaçaxî reviyan
    Yekîtiya Ewropayê botên nepixandî li ser Lîbyayê qedexe kirin
    Dadgehê bi hinceta ku ‘propagandaya PKKê' kiriye 3 sal û 9 meh ceza birî
    Barzanî bersiva Ebadî da: Em ti hêzê nas nakin ku zimanê xirab bikar bîne
    Etîketan:
    Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de