02:36 17 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî bersiva Ebadî da: Em ti hêzê nas nakin ku zimanê xirab bikar bîne

    © REUTERS/ Khalid al Mousily
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8720

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bersiva daxuyanî û gefên çend berpirsên û kesatiyên iraqî da û ragihand ku, "Ew serdem derbas bû ku bi zimanê gefê û çavdorkirinê li dijî mafên rewa yên gelê Kurdistanê bisekinin. Barzanî tekez kir ku Gelê Kurdistanê aştî û biratiyê dixwazin, lê zimanê gef û înkarê ya ti kesî qebûl nakin."

    Peyama Barzanî ku li ser hesaba wî ya facebookê hatiye belavkirin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bersiva daxuyanî û gefên çend berpirs û siyasetvanên iraqî da.

    Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de tekezî li ser wê yekê kiriye, ku Hikûmeta Iraqê bi awayekê neyasayî û nedestûrî mafên rewa yên gelê Kurdistanê binpê kiriye û bûdceya Herêma Kurdistanê biriye û ji dema piştî hilweşîna rejîma Baesê ve û berovajiyê destûrê dorpêç xistiye ser Hêza Pêşmerge, di demekê de ku li gorî destûrê Pêşmerge beşek ji sîstema beravniya Iraqê ye.

    Barzanî dibêje hikûmeta Iraqê bi awayekê eşkere destûr binpê kiriye û tekez dike, ku ti siyasetvan, kesatî, berpirs û oldarên iraqî li hember wê neheqiya li hember gelê kurd û binpêkirina mafê Kurdistanê nerazîbûn nîşan nedaye.

    ‘REFERANDÛM MAFÊ GELÊ KURDISTANÊ YE'

    Serokê Herêma Kurdistanê herwiha diyar dike ku referanduûm mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye her weke çawan ku mafê gelên din ên cîhanê jî ye û tekez dike, ku ew bi ti awayî ji biryara referandumê venagerin û dê referandûm di roja xwe ya diyarkirî de were lidarxistin.

    Mesûd Barzanî destnîşan kir ku gelê Kurdistanê dê mafê xwe yê xwezayê yê diyarkirina çarenivîsê cîbicî bike û dide zanîn, ku ew naxwazin ezmûna tal û şikestxwarî ya berê dubare bikin.

    Barzanî got: "Em bi baş dizanîn ku em her dualî weke cîranên hev û kûrahiya stratejîk a hev bin, û weke bira û dost, hevkar û hemaheng bin di warên cur bi cur de."

    ‘EM TU HÊZ NASNAKIN KU ZIMANÊ XIRAB BIKAR BÎNE'

    Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de wiha pê de çû: "Ew serdem derbas bû ku bi zimanê gefî û çavdorkirinê, li dijî mafê rewa yê gelê Kurdistanê bisekinin, em hez jî nakin kes wî zimanî bi kar bîne. Gelê Kurdistanê aştî û biratiyê dixwaze, lê belê zimanê gef û înkarê ji ti kesî qebûl nake."

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê Êzidîyan ê Şandeya Referandûmê: Barzanî her tişt eşkere ji wan re got
    Barzanî li Parlamena Ewropayê axivî û ji bo hemû pêkhateyan soz da
    Barzanî: Nêrîna Belçîkayê ji bo referanduma serxwebûnê pir erênî ye
    Barzanî ji bo referandûma serxwebûnê li Ewropayê ye
    Barzanî: Referandûm derfeteke bo Kurdistanê
    Etîketan:
    referandûm, bersiv, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de