12:45 20 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge Kerkûkê

    Ji hêzên Pêşmerge û asayîşa Kurdistanê operasyoneke mezin

    © REUTERS/ Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 118 0 0

    Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên Pêşmerge û asayîşa Kurdistanê îro berê sibehê li başûrê Kerkûkê operasyoneke mezin li dar xistin.

    Li başûrê bajarê Kerkûkê di operasyona hevpar a hêzên Pêşmerge û asayîşa Kurdistanê de 20 gumanbar hatin binçavkirin, gelek wesayît û motorsikletên bê belge hatin desteserkirin. Li gorî çavkaniyan di operasyonê de bombe û teqemenî jî hatiye girtin.

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê Rêvebirê Polîsên Qeza û Nehiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir got: "Li navçeya Dubiz û bajarokê Yaycî seet li 04.00ê sibehê operasyoneke berfereh hat destpêkirin."

    Serhed Qadir da zanîn ku di operasyonê de 20 kesên gumanbarên DAIŞê hatine binçavkirin. Herwiha dest danîne ser çend otomobîl û 10 motorên bê belge û hejmareke bombe û alavên teqemeniyê.

    Di 18ê Tîrmehê de komeke terorîstên DAIŞî êrişê gundê Çirax a Dûbizê kiribûn û di encamê de 5 kes kuştibûn ku yek ji wan mûxtarê gund û yê din jî mela bû.

    Bi heman mijarî:

    Konsulê Brîtanî: Wê alîkariya leşkerî bo Pêşmerge berdewam be
    Cafer Şêx Mistefa: Hevpeymanî dê piştgirîya pêşmerge berdewam bike
    Heyeteke hevpar a Pêşmerge û artêşa Iraqê çûne Amerîkayê
    Tirkmen û ereban bertek dan çêkirina peykerê pêşmerge
    Trump: Em Pêşmerge û leşkerê Iraqê pîroz dikin
    Etîketan:
    Ji hêzên Pêşmerge û asayîşa Kurdistanê operasyoneke berfireh, Rêvebirê Polîsên Qeza û Nehiyeyên Kerkûkê, Serhed Qadir, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de