06:29 19 Tebax 2017
Zindî
    Milîsên Heşdî Şebî

    Serokê Heşdî Şebî: Niha ne dema referandumê ye

    © AFP 2017/ Bülent Kılıç
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 55 0 0

    Serokê Giştî yê rêxistina Heşdî Şebî Hadî Amirî di axaftineke xwe de ragihand ku niha ne dema referanduma Kurdistanê ye.

    Serokê Giştî yê rêxistina Heşdî Şebî Hadî Amirî di axaftineke xwe de daxwaz ji kurdan kir ku dev ji biryara referandumê berdin ku niha ne dema wê ye.

    Hadî Amirî li bajarê Besra yê Iraqê beşdarî ahengeke serkeftina hêzên Iraqî bû. Amirî ji bo kontrola Mûsilê got: "Dema wê yekê ye ku berve navçeyên Tilefer, rojavayê Kerkûk û rojavayê Enbarê biçin û xwe bigihînin sînorê Sûriyê û ji destê DAIŞê rizgar bikin. Divê planeke ewlehiyê bi biştevaniya hewlgîriyê bo wan navçeyan were danîn ku DAIŞ ji wir derbixin da ku careke din nikarebe vegere."

    Amirî di berdewamiya axaftina xwe de daxwaz ji kurdan kir ku ji biryara referandûmê bi paş ve vekişin û got: "Em daxwaz dikin ku kurd ji biryara referandumê bi paş ve vekişin. Ji ber ku ew yek dê bibe sedem ku gelek dever jî cudabûnê bixwazin û niha ne dema encamdana referandumê ye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hadî Amirî leborîn ji Pêşmerge xwest
    Serokê Heşdî Şebî Hadî Amirî gef li sunişyan xwar in
    Helgurt Xidir: Heşda Şebî li Başîkê 3 Pêşmerge desteser kirin
    Kurdên şebek ji ber gefên rêxistina Heşdî Şebî newêrin vegerin malên xwe
    150 çekdarên kurd ên êzidî ji Heşdî Şebî veqetiyan
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Serokê Heşdî Şebî, Hadî El-Amirî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de