12:26 19 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmerge Ala Kurdistanê

    ENKS: Em dikarin ji bo referandûma serxwebûnê çalekiyan li dar bixin

    © AFP 2017/ AHMED DEEB
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro di axaftina xwe ya ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand ku referandûm gava yekemîn e ji bo serxwebûnê.

    Serokê ENKS Îbrahîm Biro piştevaniya xwe ji referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê radigihîne û dibêje her çalakiyeke di derbarê serxwebûnê û referandûmê de hebe ew beşdarî wê çalakiyê dibin.

    Îbrahîm Biro derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de got: "Derfeteke gelekî baş e ku partiyên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî biryar dane ku referandûm di 25 Îlona îsal bi rê ve here."

    Biro got: "Em wek ENKSê her çalakiyeke di derbarê serxwebûnê û referandûmê de çê dibe, em beşdarî wê çalakiyê dibin. Hêvî dikin heta roja referandûmê jî ti astengî dernekevin pêşiya Kurdistanê û referandûm serkeftî be ku gava pêşî ye ji bo serxwebûna Kurdistanê ye."

    Bi heman mijarî:

    Zarîf: Me ji Mesûd Barzanî re got referanduma serxwebûnê nekin
    Federasyona Kurdên Kazakistanê: Em piştgiriya referanduma serxwebûnê dikin
    Zebarî: Ji xeyrî Îranê kesî li dijî referanduma serxwebûnê tuneye
    Navenda HDPê: Referanduma serxwebûna Kurdistanê mafekî meşru û demokratîk e
    Li bajarê Kerkûkê amadehiyên referanduma serxwebûnê dest pê kirin
    Etîketan:
    Referanduma Herêma Kurdistanê, Serokê Giştî yê ENKSê, Îbrahîm Biro, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de