23:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    YNK: Me ji Îranê re got ku referandûm pêşeroja me ye

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 11 0 0

    Berpirsê YNKê Mela Bextiyar ku di şanda YNKê de serdana Îranê kiribû ragihand ku çar civînên fermî pêk anîne û di her çar civînan de ji Komara Îslamiya Îranê re gotine ku biryara referandûma rêya garantiya paşeroja me ye.

    Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboriya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar piştî vegera ji Îranê ku bi xwe jî endamê vê şandê bû, civîneke çapameniyê da.

    Mela Bextiyar li Silêmaniyê got: "Me çar civînên fermî kirin û di her çar civînan de me ji Komara Îslamiya Kurdistanê re ragihand ku biryara referandûmê rêya garantiya paşeroja me ye û biryara ti aliyekê bi tenê nîne jî, belku biryara hemû aliyan e."

    Şandeke pilebilind a YNKê bi serokatiya Cîgirê Sekreterê yê wê partiyê Kosret Resûl Elî û endamîtiya Mela Bextiyar, Omer Fetah, Xesro Gul Muhemed û Mehmûd Sengawî di 16ê Temuzê de serdana Îranê kiribûn.

    Herwiha îro şanda YNKê li gel Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî hevdîtinek pêk anî.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    MGK: Referandûm xetayeke xeterî ye
    Barzanî: Referandûm derfeteke bo Kurdistanê
    Talabanî: Referandûm ne ji bo partiyek ne jî bo hikûmetekê ye
    ‘Şêwirmendê Barzanî: Referandûm wê li Kerkûkê jî bê lidarxistin'
    Pîre: Referandûm ne taktîk e, em ne mecbûr in ji kesî bipirsin
    Etîketan:
    pêşeroj, referandûm, Mela Bextiyar, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de