19:24 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Baydemir bo Erdogan: Serxwebûn bo te çima ferz e, lê bo kurdan wê ne ferz be

    © Foto: Cesim İlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 9220

    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de bersiva encamnameya Lijneya Ewlekariya Netewî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan da ragihand ku eger kurd birayên te bana te gef li rêveberî û xelkê Herêma Kurdistanê nedixwar.

    BaydemIr di civîna partiya xwe ya di parlementoya Tirkiyeyê de bersiva Erdogan da û got: "Hûn ji kîjan aliyî ve lê binêrin û binirxînin bê serûberiyek heye û em li beramberî dubendiyekê ne. Dibêje "53 birayê min ên kurd" Ev derew e. Çima? Eger te bi çavê birayetiyê li kurdan binêriya te ew maseya muzakereyê têk nedibir. Eger te bi çavê birayetiyê li kurdan binêriya te nedigot 'Kobanê ket ha ket.' Ji bo ku desthilat û berpirsiyariya siyasî tu yî ji wan mirinan jî tu berpirsiyar î. Ger te bi çavê birayetiyê li kurdan binêriya te di daxuyaniya Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî de cih nedida rêvberiya Herêma Kurdistanê."

    Herwiha Baydemir wiha pê de çû: "Serxwebûn ji bo te çima ferz e, lê ji bo kurdan wê ne ferz be? Ew tiştê ku ji bo te maf be ji bo kurdan çima ne maf be? Tiştê ji bo te heq be ji bo HDPê çima ne heq be? Tiştê ji bo te helal be, ji bo kurdan çima heram be? Em careke din dibêjin, wek HDP vîn-îradeya Herêma Kurdistanê qebûl dikin û dibêjin li ser serê me ye."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Lenet li her du yan jî bê
    Baydemir: Herdu alî jî hebûna xwe di şer û pevçûnan de dîtin
    Baydemir bertek da Erdogan: Hedê xwe bizane
    Baydemir: Min jî dixwest ji bo serxwebûna Kurdistanê dengê erê bidim
    Baydemir: Ev bêdadî dê rojek li we vegere
    Etîketan:
    kurd, maf, serxwebûn, Recep Tayyip Erdogan, Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de