09:06 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    ‘Referandûm ji bo serxwebûna Kurdistanê gava pêşî ye'

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 20 0 0

    Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) piştevaniya xwe ji referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê re ragihand û eşkere kir ku dê beşdarî hemû çalakiyên bo serxwebûn û referandûma Kurdistanê bibin.

    Li gorî nûçeya K24ê Serokê ENKSê Îbrahîm Biro di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de destnîşan kiriye ku ev derfeteke gelekî baş e ku partiyên Herêma Kurdistanê û rêveberiya Herêma Kurdistanê biryar dane ku referandûm di 25 Îlona îsal bi rê ve here.

    Biro got: "Em wek ENKSê her çalakiyeke di derbarê serxwebûnê û referandûmê de çê dibe, em tê de beşdarî wê çalakiyê dibin. Herwiha hêvî dikin heta roja referandûmê jî ti astengî dernekevin pêşiya Herêma Kurdistanê û referandûm serkeftî be, ku gava pêşî ye ji bo serxwebûna Kurdistanê."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Mûeyed Teyib: Raya giştî ya cîhanê ligel referandûma Kurdistanê ye
    Serfermandarê Îranê: Referandûma Kurdistanê nayê qebûlkirin
    ‘Partiyên bakûr, piştgirê referandûma serxwebûna başûr in'
    Balyozê Sûriyê: Şam ji bo referandûma Kurdistanê destwerdanê li Iraqê nake
    Brett McGurk: Em dema referandûma Kurdistanê rast nabînin
    Etîketan:
    piştgirî, serxwebûn, referandûm, K24, Îbrahîm Biro, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de