02:04 25 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê êrişî gundekî Kerkûkê kir: 5 kuştî

    © Foto: © AFP 2015
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Milîtanên DAIŞê li navçeya Dûbizê ya Kerkûkê êrîşê gundekî tirkmen û erebnîşîn kirin û di encamê de jî 5 kesan kuştin.

    Qaymiqamê Dubizê Ebdullah Nûredîn ragihand ku, "Îro danê sibê komeke terorîstên DAIŞê bi ser gundê Çirax de girtin û 5 hemwelatiyên vî gundi gullebaran kirin."

    Ebdullah Nûredîn got: "Yek ji wan kesên hatiye kuştin mûxtarê gund e û navê wî Sînan Îsmaîl Mehmûd e. Du kesên hatine kuştin jî bira ne û navê wan Qeyser Salih Hesen û Talib Salih Hesen e. Ewên din jî xizm û kesên hev in."

    Nûredîn da zanîn ku çekdaran otomobîleke bombebarkirî li nav gund de hiştine û Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê û herwiha Hêzên Pêşmerge ev otomobîl pûç kirine.

    Gundê Çirax a Dûbizê dikeve navbera gundên Elaw Mehmûd û Qeretepe. Nîştecihên vî gundî tirkmen û ereb in. Gundê Qeretepe beriya niha weke navendeke DAIŞê dihate naskirin.

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistan: Serokê DAIŞê Bexdadî sax e
    Pêşmergeyê dîl bi guhertina emîrê DAIŞê hat rizgarkirin
    Wezîra Jin a DAIŞê hat desteserkirin
    Milîtanên DAIŞê rastî bersivek tund hatin: Bi 10an kuştî
    DAIŞê êrişî hêzên eşîran kir
    Etîketan:
    gund, êriş, DAIŞ, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de