18:56 19 Mijdar 2017
Zindî
    Mohemmed Cewad Zarîf

    Zarîf: Me ji Mesûd Barzanî re got referanduma serxwebûnê nekin

    © AFP 2017/ Maxim Malinovsky
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6900

    Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji bo biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê got: "Ev biryareke şaş e û dê ji Iraqê re bibe sedema pêşerojeke ne zelal."

    Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li Amerîkayê di rûniştina civata pêwendiyên derve ya navendeke serbixwe de got: "Referanduma Herêma Kurdistanê biryardeyeke ne baş e. Dê bibe pêşerojeke ne zelal ku ew yek jî ji bo Iraqê karesat e. Karesat tenê kurdan jî nagre navxwe. Dê bandore li ewlekariya Iraqê û herêmê jî bike."

    Serokê wê navendê Richard Haass ji Zerîf re got: "Kurd di 25ê Îlona îsal de dê referanduma serxwebûnê sazbikin. Ev di demekê de ye ku hejmareke zêde ya kurdan li Îranê dijîn." Zerîf jî di bersivdayîna Richard Haass de got: "Em li gel hevalên xwe yên Kurdistana Iraqê şêwirîn. Me ji birêz Barzanî heta berpirsên din ên Iraqê re got ku ev biryareke şaş e û nabe ev biryar were pêkanîn."

    Bi heman mijarî:

    Zarîf: Li herêmê geşedanên ku ji bo me bi endîşe ne rû didin
    Zarîf, bi Tirkiye û welatên cîran re krîza Qetarê axivî
    Zaxarova: Lavrov, Muellîm û Zarîf wê li Moskowê li hev bicivin
    Mihemed Cewad Zarîf, Serokê Herêma Kurdistanê vexwend bo Îranê
    Wezîrê Îranê Zarîf ji bo DYA: Nebe sedema gengeşiyeke nû
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zarîf, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de