15:23 19 Mijdar 2017
Zindî
    Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mahmûd

    Hacî Mehmûd: Piştî referandumê Tirkiye û Îran nikarin deriyê sînor bigirin

    © Foto: PSDK
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 77 0 0

    Sekreterê Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd di axaftina xwe de ragihand ku piştî rferandumê ne Tirkiye û ne jî Îran nikarin deriyên xwe yên sînor bigirin.

    Piştî biryara lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê niha jî girtina deriyên sînor ên Îran û Tirkiyeyê tê nîqaşkirin. Sekreterê Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê (PSDK) endamê Komîteya Bilind a Referanduma Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ji bo girtina deriyên sînor got: "Girtina deriyan di destê Tirkiye û Îranê de weke kartekê guvaşê ye. Lê herdu jî nikarin 5 mehan deriyan girtî bihêlin. Ji bo berjewendiyên xwe yên aborî dê deriyan vekin."

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, Hacî Mehmûd ji bo serdana heyeta bilind a Herêma Kurdistanê ku çû welatên Ewropayê got: "Heyeta referandûmê naçin ji welatan bipirsin ka referandûmê bikin yan ne. Diçin û ji wan re dibêjin em ê di 25ê Îlonê de referandûmê bikin. Ev 80 sal in li gel hikûmetên sunî yên ereb û 13 sal in jî li gel hikûmeta şîe ya ereb, em negihiştine ti encamekê da ku li gel Iraqê bimînin. Em dixwazin cihê bibin û piştgiriya we pêwîst e."

    Li gorî daxuyaniya Mihemed Hacî Mehmûd dê heyeta Kurdistanê di demên pêş de serdana Amerîka, Brîtanya, Rûsya, Çîn û Fransayê bike ku ev welat di nava Neteweyên Yekbûyî (NY) de xwedan biryara vetoyê ne. Hacî Mehmûd dibêje: "Dibe ev welat piştgiriyê nedin referandûmê, lê herî kêm dikarin li dijî nesekinin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'
    Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
    Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
    'Li Herêma Kurdistanê Referandum û hilbijartinên giştî dê bi hev re bên çêkirin'
    Nêçîrvan Barzanî: Referandum mafê xelkê me ye
    Etîketan:
    Referanduma Herêma Kurdistanê, Sekreterê PSDKê, Mşihemed Hacî Mehmûd, Tirkiye, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de