15:18 19 Mijdar 2017
Zindî
    Goran

    Tevgera Goran serokê xwe yê giştî hildibijêr e

    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 64 0 0

    Piştî mirina Serokê Giştî yê Tevgera Goran, partî ji bo hilbijartina serokê nû dicive. Endamê Serkirdayetiya YNKê Sîrwan Koyxa Necim ragihand ku em hêvî dikin serokê nû li ser rêbaza Newşîrwan Mistefa be.

    Piştî mirina Serokê Giştî yê Tevgera Goran, partî ji bo hilbijartina serokê nû dicive. Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Sîrwan Koyxa Necim ragihand ku e hêvîdar in Serokê Giştî yê Tevgera Goran li ser rêbaza Newşîrwan Mistefa be û bêtir nêzîkî YNKê be.

    Sîrwan Koyxa Necim di axaftina xwe de got: "Yek ji armanc û hêviya me ku me li serkirdayetiya YNKê jî qal kiriye, yekgirtina me ya li gel Goran e. Çimku Goran ji hinavê YNKê derketiye. Em hêvîdar in ku serokê nû li ser rêbaza Kak Newşîrwan Mistefa berdewam be û bêtir nêzîkî YNKê be. Em herdû alî dê rêkeftina di navbera me de weke xwe cîbicî bikin û li ser pirsên çarenûsaz û stratejiyê, bêtir helwestên wekhev nîşan bidin."

    Namzedên herî bihêz ên ji bo Serokatiya Giştî ya Tevgera Goran, Qadir Hacî Elî û Umerî Seyîd Elî ye.

    Bi heman mijarî:

    Rêvebera Tevgera Goranê: Goran amade ye bi PDKê re bicive
    Goran di derbarê çalakkirina Parlamentoyê de biryara xwe da
    Tevgera Goran û Komeleya Îslamî beşdarî civîna Barzanî nabin
    Goran: Referandûm karê parlementoyê ye, pêdivî bi civînên partiyan tine
    Tevgera Goran: Em li dijî wî şerî ne ku kurd hevdu dikujin
    Etîketan:
    YNK, Tevgera Goran, Sîrwan Koyxa Necim, Newşîrwan Mistefa, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de