17:33 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    Irak petrol

    Bersiva îdîaya ku ‘Tirkiye dest daniye ser pereyên petrola Kurdistanê'

    © AFP 2017/ YOUSSEF KARWASHAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16403

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiv da îdîayên ku Tirkiyê dest danîne ser pereyên dahata petrola Kurdistanê û ragihand ku tu bingeha van nûçeyan tuneye, tenê problemeke teknîkî hebû.

    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî îro duşembî 17ê Tîrmeha 2017ê nûçeyên derbarê destdanîna ser dahata petrola Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve red kir û got: Problemeke tekînîkî di navbera bankan de derketibû, lê belê bi çareserbûna wê arîşeyê proseya veguhastina pere dest pê kiriye."

    Sefîn Dizeyî di daxuyaniya xwe de got: "Hinek ji saziyên medyayî yên neberpirs nûçeyên nerast belav kirine ku qaşo ji ber sedemên siyasî, li Tirkiyê dest bi ser dahata petrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye girtin û rê lê hatiye girtin, ku (ev dahat) vegere Herêma Kurdistanê."

    Dizeyî wan agahiyan red dike û dibêje: "Tevahiya vê nûçeyê hatiye çêkirin û nerast e û bi tevahî ji rastiyê dûr e. Problema teknîkî hat çareserkirin û niha proseya veguhastina dahata petrolê di navbera her du bankan de bi şêweyeke rêkûpêk birêve dice."

    Bi heman mijarî:

    'PYDê rêveberîya petrola Rimêlanê da hikûmeta Sûrîyê’
    ‘Pêwistî bi petrola Herêma Kurdistanê heye'
    Wezîrê Iraqê daxwaza kêmkirina petrola Kurdistanê kir
    Deriyê me ji petrola Kurdistanê re vekiriye
    Tirkiye şandina petrola Kurdistanê rawestand
    Şandina Petrola Kerkûkê ji bo Tirkiyê sekiniye
    Etîketan:
    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de