15:26 19 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Mûeyed Teyib: Raya giştî ya cîhanê ligel referandûma Kurdistanê ye

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 19 0 0

    Çavdêrê siyasî û parlemanterê berê yê Iraqê Mûeyed Teyib got, bi dirêjahiya dîrokê dewletan biryar li ser çarenivîsa Kurdan dane û Kurdistan perçe kirine, lê vê carê û di 25ê Îlonê de, dê bo cara yekê gelê Kurd biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û raya giştî ya cîhanê ligel referandûma me ye.

    Li gor beyana Mûeyed Teyib a malpera KDP.infoyê: "Ev cara yekê ye ku gelê Kurd dê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, ku ew jî dibe rojeke dîrokî bo gelê gelê Kurd. Helbet li ser asta navdewletî jî serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê bi awayekî hekîmane wê pirsê birêve dibe û di gavê de wek niha Kurdan piştgiriyeke wisa li ser asta navdewletî bidest nexistine."

    Teyib bal kişand ser ku Iraq ber bi çarenivîseke reş û nediyar ve diçe, lewma jî nabe kes li dijî referandûmê be û got, niha raya giştî ya cîhanê piştgiriyê li referandûma Herêma Kurdistanê dike, ji ber ku ji vê proseya me fêm dikin.

     

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    ‘Pûtîn di siyasetê de teknîkên judoyê bikar tîne’
    ‘Dayika hemû bombeyan’ li sivîlan xist
    Parêzvanên mafên mirovan ji bo girtinê şandin ber dadgehê
    Yekgirtûya Îslamî: Dewleta serbixwe ya Kurdistanê yek ji stratejiya me ya sereke ye
    Li Hewîce û Ebasî 5 DAIŞî hatin desteserkirin
    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê bîlançoya OHALê eşkere kir
    Polîsan bi tundî mudexale li çalakiya KESKê kir
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de