07:42 23 Tîrmeh 2017
Zindî
    Pasdarên îranê - Leşkerên Îranê

    Serfermandarê Îranê: Referandûma Kurdistanê nayê qebûlkirin

    © AFP 2017/ AFP 2016/ Atta Kenare
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (136)
    0 20 0 0

    Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê General Muhemed Baqirî ragihand ku referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bi ti awayî ji aliyê cîranên Iraqê ve nayê qebûlkirin.

    Li gorî nûçeya ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê, Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê Muhemed Baqirî îro li bajarê Meşhedê ku dikeve bakurê rojhilatê Îranê beşdarî semînarek taybet a fermandeyên Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran a Îranê kir û tê de gotarek pêşkêş kiriye.

    Muhemed Baqirî li ser referandûma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê axivî û got: "Li ser vê mijarê û bi rojev kirina referandumê di dema niha de xiste bin pirsyarê. Ya ku niha li beşeke welatê Iraqê, li gel şikestina DAIŞê û terorîstên tekfîrî piştî 3 salan, şer û awarebûna xelkê ezîz û pêşkêşkirina gelek ji şehîdan û serkevtina millet û merceiyeta olî û serkevtina artêş û hêzên Heşda Şeibî yên wî welatî, bê navber derbarê referandûma li Kurdistana Iraqê û cudakirina beşek ji Iraqê de gotin tên kirin, tiştekî asayî nîne."

    Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê destnîşan kir ku li dar xistina referandûmê li Kurdistanê dê bibe destpêkek bo pirsgirêk û krîzên nû li deverê û wiha pê de çû: "Ev mijar bi ti awayî ji aliyê cîranê Iraqê ve nayê qebûlkirin û parastina serxwebûn û yekparçeyiya Iraqê di berjewendiya tevahiya netew, mezheb û pêkhateyên wî welatî de ye."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (136)

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Sûriyê: Şam ji bo referandûma Kurdistanê destwerdanê li Iraqê nake
    Brett McGurk: Em dema referandûma Kurdistanê rast nabînin
    Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê di derbarê referandûma Kurdistanê de axivî
    Berpirsê YEyê: Roja referandûma Kurdistanê rojeke dîrokî ye
    Barzanî ji bo referandûma serxwebûnê li Ewropayê ye
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, IRNA, Muhemed Baqirî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de