05:38 25 Îlon 2017
Zindî
    Xoşyar Zebarî

    Zebarî: Ji xeyrî Îranê kesî li dijî referanduma serxwebûnê tuneye

    © AP Photo/ Hadi Mizban
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Endamê polîtburoya PDKê û Wezîrê Darayî yê Iraqê yê berê Hoşyar Zebarî di axaftina xwe de ragihand ku ji xeyrî Îranê tu welatekî demokratîk ku dijitiya referanduma Kurdistanê dike tuneye.

    Endamê polîtburoya PDKê û Wezîrê Darayî yê Iraqê yê berê Hoşyar Zebarî di hevpeyvîna xwe ya televîzyona El Şerqiye de got: "Niha dema herî baştir e ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê. Piraniya partiyên Kurdistanê jî li ser vê mijarê li hev kirine. Helbet hinek nakokiyên siyasî jî hene, lê niha em mijûlî çareserkirina wan in."

    Hoşyar Zebarî di berdewamiya hevpeyvîba xwe de got: "Tenê Îranê bi fermî dijîtiya xwe bo referandumê nîşan daye. Ji xeyrî Îranê ti welatekî demokratîk negotiye em li dijî referandoma serxwebûnê ne. Çi dibe bila bibe dê referandum were encamdan û encama wê çi wê nebe sedema qutkirina pêywendiyên Kurdistan û Iraqê. Em dixwazin bibin du cîranên baş."

    Zêbarî di dirêjiya hevpeyvîna xwe de behsa hevdîtinên heyeta Kurdistanê ya Brûkselê got: "Hevdîtinên Brukselê gelekî baş bûn. Ew serdan bi vexwandina fermî ya hikûmeta Belçîka hat kirin. Me bi rayedarên hikûmeta Belçîka re her wiha rayedarên Yekitiya Ewropa re behsa referandumê kir."

    Bi heman mijarî:

    Hoşyar Zebarî: Referandum li Herêma Kurdistanê îsal dê bê kirin
    Erka Xoşyar Zebarî jê hate standin
    Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
    Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
    Nêçîrvan Barzanî: Referandum mafê xelkê me ye
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Endamê Polîtburoya PDKê, Hoşyar Zebarî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de