17:36 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    Kerkûk

    'Bi cudabûna kurdan re wê herêm rûbirûyî tsûnamiyê bibe'

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (136)
    0 140 0 0

    Serokê Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Şîeyên Iraqê Emmar Hekîm li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê û cudabûna Kurdan ji Iraqê hişyarî da.

    Emmar Hekîm di gotara xwe ya ku li nivîsîngeha Bexdayê pêşkeş kir de got: "Ev cihêbûn dê bandorê li piraniya navçeyên Iraqê bike. Beriya hemûyan jî li Besrayê û bajarên başûr. Paşî dê derbasî welatên cîran bibe. Bi vî awayî dê herêm rûbirûyê tsûnamiya cihêbûnê bibe."

    Emmar Hekîm ku li Iraqê di heman demê de Serokê Civata Bilind a Îslamî ye, diyar kir: "Destûr cih nade cudabûna kurdan. Mafê çarenivîsê mafekî mirovahiyê ye, lê pirsgirêk di çawaniya desteberkirinê de ye."

    Serokê Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Şîeyên Iraqê ji dîrokê mînak anîn û da xuyakirin di dîrokê de kurdan 2 caran deng daye mayîna ligel Iraqê û got: "Carekê di sala 1917ê de û cara duyemîn jî di sala 2005ê de, kurdan dengê xwe dane Iraqeke federal û yekgirtî, herwiha deng dane destûra nû ya Iraqê."

    Hekîm herwiha bal kişande ser sînorên nû yên Herêma Kurdistanê û wiha axivî:

    "Rûbera Herêma Kurdistanê ya beriya sala 2003ê cuda ye ji rûberê niha ku ji sedî 100 firehtir bûye. Ev rûber gihiştiye ser erdê hozên ereb û tirkmenên Mûsil, Selahadîn, Diyale û Kerkûkê."

    Emmar Hekîm destnîşan kir, pirsgirêkên niha yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikarin bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (136)

    Bi heman mijarî:

    Heyder Şeşo: Bila dijberên referandumê qurbaniyên gelê kurd bînin ber çavê xwe
    Pûtîn sirrê serokê baş eşkere kir
    Îsraîl: Em destûr nadin Îran li başûrê Sûriyeyê bi cih bibe
    Fermandarê HSDê: Amerîka li Rojava navendeke din a leşkerî ava dike
    Bîlançoya şer: Nêzî 6 hezar sivîl hatin kuştin û 10 hezar avahî jî hilweşiyan
    Etîketan:
    iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de