15:29 19 Mijdar 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê Pêşmerge û Alaya Kurdistanê

    Heyder Şeşo: Bila dijberên referandumê qurbaniyên gelê kurd bînin ber çavê xwe

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6301

    Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo di axaftina xwe de ragihand ku em naxwazin ji referandomê bê par bimînin, bila referandumê li herêma Şingalê jî were kirin.

    Fermandar Heyder Şeşo ku di heman demê de serokê Partiya Demokratîk a Êzdî ye di axaftina xwe ya televîzyona K24ê re de got: Em kurdistanî ne û em naxwazin ji referanduma serxwebûnê bê par bimînin. Lewma divê referanduma serxwebûna Kurdistanê li herêma ku kurdên êzdî lê dijîn jî were kirin."

    ‘EV MAFEKÎ REWA YE'

    Şeşo di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em daxwaz ji dijberên referandumê dikin ku qurbaniyên gelê Kurdistanê li ber çavan bigirin û paşî dijberiya referandumê bikin. Referandum û diyarkirina qederê mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye. Bila hêzên navdewletî jî piştevaniya vê yekê bikin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'
    Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
    Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
    'Li Herêma Kurdistanê Referandum û hilbijartinên giştî dê bi hev re bên çêkirin'
    Nêçîrvan Barzanî: Referandum mafê xelkê me ye
    Etîketan:
    Fermandarê Hêza Êzîdxan, Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Heyder Şeşo, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de