17:31 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    mayîn-mayin

    Li Kurdistanê ji ber mayînên Seddam 2 hezar û 669 kesî canê xwe ji dest da

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Li Herêma Kurdistanê heta niha ji ber mayînên ku Seddam Hiseyn vedabûn 2 hezar û 669 kesî canê xwe ji dest daye û 10 hezar û 808 kes jî birîndar bûne.

    Di şerê Îran û Iraqê yên salên 1980 û 1988an de Seddam Hiseyn bi hezaran mayîn li ser sînorê Herêma Kurdistanê vedan. Li gorî berpirsên herêmê heta niha ji ber mayînên ku Seddam Hiseyn vedabûn 2 hezar û 669 kesî canê xwe ji dest daye û 10 hezar û 808 kes jî birîndar bûne.

    Li gorî nûçeya K24ê ku dispêre daneyên Saziya Paqijkirina Mayînên Kurdistanê di serdema şerê herdu welatan de rejima beas a Iraqê qadeke 896 kîlometroyî yê navbera sînorê Kurdistan û Îranê bi mayîna veda.

    Saziya Paqijkirina Mayînên Kurdistanê bi piştgiriya dezgehên navnetweyî ev nêzî 20 salan e ku mayînan paqij dike û heta niha ji 896 kîlometroyî 662 kîlometro bi temamî ji mayînan paqijkirine. Lê li 234 kîlometroyan metirsiya mayînan dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Mayîn bi wesayîta pêşmergeyan ve teqiya: Kuştî û birîndar hene
    Li navçeya Dûbîz a Kerkûkê du mayîn bi Hêzên Pêşmerge de teqiyan
    Pêşmergeyan 16 hezar mayîn û teqemeniyên DAIŞê bêbandor kirin
    Li gundewarê Reqqayê mayîn bi zarokan de teqiya: 5 zarok birîndar bûn
    Li Efrînê mayîn teqîya: Ji malbatekî 3 kesan jiyana xwe ji dest da!
    Etîketan:
    Li Kurdistanê ji ber mayînên Seddam heta niha 2 669 kesî canê xwe ji dest da, Saziya Paqijkirina Mayînên Kurdistanê, Seddam Hiseyn, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de