17:43 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    Êzidî

    Hejmara kurdên azadkirî gihîşte 3 hezar û 60 kesî

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4710

    Li gorî daxuyaniya rêveberê ofîsa rizgarkirina revandiyên kurdên êzdî ji destê DAIŞê ragihand ku bi hevkariya xêrxwazan 3 keçên din ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.

    Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên kurdên êzdî ji destê DAIŞê ragihand ku bi hevkariya xêrxwazan Xidir û Berekat careke din me 3 keçên kurdên êzdî ji taxa Abar a bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê rizgar kirin û niha li Dihokê li nava malbatên xwe ne.

    Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên kurdên êzdî ji destê DAIŞê Hisên Qaidî ragihand ku 3 keçên kurdên êzdî yên ku hatine rizgarkirin xelkê Şingalê ne û bi navê Sozan, Zehre Heyder Seîd ji xelkê Solaxê ne li qeza Şingalê û Ehlam Xêro Hecî keçeke zaroke ji xelkê Herdanê li qeza Şingalê ye, her 3 bi piştevaniya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê hatin rizgarkirin.

    Hisên Qaidî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku heta niha 3 hezar û 60 revandiyên kurdên êzdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û dê li ser rizgarkirina ewên mayîn jî berdewam bin.

    Bi heman mijarî:

    Di nava 48 seetên borî de 11 kurdên êzdî hatin rizgarkirin
    Malbata kurdên êzdî ku ji 14 kesan pêk dihat ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
    Li 20 welatan bêdengî ji bo jinên êzdî
    Piştî rizgarkirina Şengalê 2500 malbatên kurdên êzdî vegeriyane Şengalê
    Heta niha nêzî 1700 kurdên êzdî ji dest DAIŞê rizgar bûne
    Etîketan:
    Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên kurdên êzdî, Hesen Qaîdî, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de