19:55 25 Îlon 2017
Zindî
    Balyozê Sûriyeyê li Rûsyayê Riyad Hedad

    Balyozê Sûriyê: Şam ji bo referandûma Kurdistanê destwerdanê li Iraqê nake

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (282)
    0 4310

    Balyozê Sûriyê yê li paytexta Rûsyayê Moskowê Riyad Hedad, li ser referandûma Herêma Kurdistanê got ku dûr û nêzîk pêwendîya wê bi wan ve nîne û Şam destwerdana karûbarên Iraqê nake.

    Hedad di daxuyaniyeke bo televizyona Rûdawê de, li ser pirsa mijara referandûma Herêma Kurdistanê helwesta welatê xwe eşkere kir.

    Riyad Hedad wiha axivî: "Ev mijar pêwendî bi karûbarên navxweyî yê Iraqê ve heye û Şam destwerdanê di karûbarên ti welatekî de nake."

    'MIJAR GIRÊDAYÎ GEL Û PARLAMENTOYA IRAQÊ YE'

    Balyozê Sûriyê di berdewamê de got: "Ev mijar girêdayî gel, destûr û Parlamentoya Iraqê ye û em destwerdanê di nava karûbarên navxweyî yê ti welatekî de nakin. Ez dikarim behsa rewşa navxweyî ya Sûriyê bikim. Hemû pêkhateyên Sûriyê li gorî yasayan di erk û mafan de wekhev in, ji ber wê em naxwazin bibin aliyekî vê arîşeyê. Ev nêrîn û helwesta me ye."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (282)

    Bi heman mijarî:

    Wezîra Jin a DAIŞê hat desteserkirin
    Pûtîn: Hêvî dikim wê dîyaloga bi Trump re pêş bikeve
    Youtubeyê hesabê ajansa fermî ya Sûriyê girt
    ‘Erebîstana Siûdî bê Rojava li Kendavê nikare tiştekî bike’
    Hikûmeta Tirkiyê bi KHKyê zêdetirî 7 hezar kes ji kar avêtin
    Li Rihayê pevçûn: Kesek mir, 10 kes birîndar bûn
    Di navbera Tirkiye, Îtalya û Fransayê de peymana şirîkatiya moşekan
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de