17:57 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê têkoşîna li dijî DAIŞê Brett McGurk

    Brett McGurk: Em dema referandûma Kurdistanê rast nabînin

    © REUTERS/ Muhammad Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 5211

    Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê Brett McGurk ragihand ku dema referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê rast nabînin û ji ber rewşa li herêmê dem ji bo encamdana referandûmê ne quncav e.

    Brett McGurk piştî civîna ku ev 3 rojên li Washingtonê dom dike ya hêzên koalisyona navdewletî ya li dijî DAIŞê ku nûnerên 72 welatan beşdar bibin, axivî û diyar kir ku aştiya di navbera komên li Iraqê pêkan e.

    Li ser pirsa "Hûn dikarin helwesta Amerîkayê ya derbarê giştpirsiya Herêma Kurdistanê ya ji bo serxwebûnê ji me re vebêjin? Gelo Amerîka li dijî giştpirsiyê ye?" McGurk got: "Hefteya derbasbûyî di vî warî de, min li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebedî û Serok Barzanî şêwir kirine. Me gotiye em ne bi wê yekê re ne, ku di meha Îlona îsal pêvajoya referandûmê birêve biçe."

    ‘JI BER DAIŞ HÊJ BIDAWÎ NEBÛYE'

    McGurk herwiha got: "Li gor destûra Iraqê pêwîste ev pirs bi diyalog û gotûbêjan were çareser kirin. Bi baweriya me encamdana referandûmê di demekê wiha de dê bibe eger, ku ne aramî dirust bibe. Me ev yek bi zelalî gotiye. Em bi hemû aliyan re di gotûbêjan de ne. Şanda Bexda hatiye vir û li ser hin mijaran gotûbêj kirine. Bi baweriya me divê gotûbêj li ser vê mijarê bên kirin da ez bi zelalî ji we re bibêjim, ku hêna DAIŞ bi dawî nebûye, DAIŞ li Tileferê li başûrê herêma Kurdistanê, li Hewîce li başûrê Kerkûk mane. Operasiyona Hewîce dê bi aloz be û hêzên iraqî û pêşmerge beşdariyê tê de bikin. Ji ber vê yekê dema encamdana referandûmê ne guncaye."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Barzanî ji bo referandûma serxwebûnê li Ewropayê ye
    Civata Bilind a Referandûma Kurdistanê dicive
    Berdevkê NYyê: NY ne li dijî encama referandûma Kurdistanê ye
    Emar Hekîm: Îsraîl piştgirîyê dide referandûma Kurdistanê
    Parlamenterê AKPê piştgirî da referandûma Kurdistanê: Ne mecbûrên destûrê bixwazin
    Etîketan:
    referandûm, serxwebûn, Brett McGurk, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de