00:48 21 Cotmeh 2017
Zindî
    YNK

    YNKê xwest, parlamen çalak bibe û yasaya referandûmê derxe

    © Foto: PUK MEDIA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Di daxuyanîya nivîskî ya piştî civîna 13ê Tîrmehê ya Polîtburoya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) de, piştgirî bo referandûma serxwebûnê hat dayîn û hat xwestin, parlamena Herêma Kurdistanê were çalakkirin û yasaya referandûmê derxe.

    Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku bi seroktiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî li bajarê Silêmaniyê civîya, piştî civînê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

    Di daxuyanîyê de hat ragihandin, di civînê de berpirsên YNKê di vê civînê de li ser mijarên referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, rewşa Kurdistan û Iraqê, serkeftina li hemberî DAIŞê û pêşhatên din ên deverê gotûbêj kirin.

    Herwiha 2 biryarên di civînê de hatine wergirtin jî wiha hatin ragihandin:

    "Yekem: YNK pabendê referandumê ye li gorî naveroka civîna dawî ya encumena serkirdatiyê, pêdagiriyê jî dike li ser aktîvkirina parlamentoyê û derxistina yasaya referandumê.

    Duyem: Şandek hat pêkanîn ji bo serdankirina Partiya Demokrata Kurdistanê û Tevgera Goranê, bi mebesta agahdarkirina wan ji serdana şanda YNKê bo dewleyên herêmî, bi armanca gotûbêjkirina derbarê referandum, rewşa aborî, arîşeya girtina ava Zêya Biçûk û rûbaran, û derbarê hinek projeyên bazirganî û aborî de ku biryar bû li sînorê parêzgeha Helebceyê bihêne cîbicîkirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Birayê mezin ê Qralê Erebîstana Siûdî jiyana xwe ji dest da
    8 gumanbarên direvîyan Yewnanîstanê hatin desteserkirin
    Xelatgirê Nobela Aştiyê jiyana xwe ji dest da
    ‘Mam Celal’ ji Tehranê vegeriya Silêmaniyê
    Keça herî bedew a Kirgizîstanê hat hilbijartin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de