08:11 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Celal Talabanî

    ‘Mam Celal’ ji Tehranê vegeriya Silêmaniyê

    Sputnik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 97 0 0

    Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî îro êvarê vegeriya Herêma Kurdistanê.

    Li gor medya Herêma Kurdistanê Celal Talabanî ku çend roj berê ji bo serdaneke taybet çûbû Îranê ku îro pêncşemê 13ê Tîrmeha 2017an dawî li wê serdana xwe anî û vegeriya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê.

    Hat ragihandin ku Talabanî bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ji Tehranê vegeriyaye Kurdistanê.

    Medyaya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku Celal Talabanî li ser vexwandina berpirsên Îranê çûye Îranê ku serdana Talabanî ya Îranê serdaneke dostane ye ku tê de bi çend rayedarên wî welatî re hevdîtinan bike.

    Li gorî medyaya Îranê di serdana Talabanî ya li Tehranê de, Wezîrê Tenduristiya Îranê Hesen Qazîzade Haşimî, Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî û Konsulê Filîstînê yê li Tehranê Selah Zewawî serdana wî kirine.

    Celal Talabanî li dema serokomariya Iraqê de, li sala 2012an sekta dil derbas kiribû û piştî tedawîyeke domdirêj a li Almanyayê vegeriyabû Herêma Kurdistanê.

     

    Bi heman mijarî:

    'Îranê car din ava Herêma Kurdistanê birî'
    346 karker rakirin nexweşxanê
    Dadgehê cezayê girtîgehê yê Demirtaş betal kir
    Lavrov: Em piştgiriya Esad nakin
    Brett McGurk: Cîhan bi salane ku şerekî wiha nedîtiye
    Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê di derbarê referandûma Kurdistanê de axivî
    Li Mûsilê şer ji nû ve gur bû
    Etîketan:
    Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de