08:13 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Îranê

    'Îranê car din ava Herêma Kurdistanê birî'

    © REUTERS/ Morteza Nikoubazl
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Hat zanîna ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve careke din pêşiya ava Zêya Biçûk hatiye girtin û ava ku diçe ser Qeladiz a Herêma Kurdistanê kêm bûye.

    Nêzîkî Mûsilê
    © AP Photo/ Azad Lashkari
    Li gor nûçeya Rûdawê Qeymeqamê Qeladizê Bekir Bapîr ragihand ku Îranê roja Sêşemê car din ava Zêya Biçûk bi rêjeyeke zêde kêm kiriye û heta niha ti daxuyanîyek derbarê kêmkirina

    Bekir Bapîr da xuyakirin, wan peywendî bi berpirsên bajarê Serdeştê re kirine, lê heta niha ti bersiv li ser vê mijarê ji berpirsên Îranê wernegirtine.

    Bapîr got, eger girtina ava Zêya Biçûk ji aliyê Îranê ve bi vî awayî bimîne dê pirsgirêk ji wan re derkevin.

    Bi sedema avakirina bindavekê li ser ava Zêya Biçûk li bajarê Serdeştê, rêjeya avê li Herêma Kurdistanê gelekî kêm bûye û pirsgirêka avê li navçeya Qeladizê derketiye.

    Berpirsên Îranî dibêjin pirsgirêk demkî ye, lê dema çareserkirina wê heta niha ne diyar e.

    Îranê di roja cejna Remezan a îsal de ji ber projeyeke bendavê ava Zêya Biçûk girt û ji ber wê navçeya Qeladizê ya Herêma Kurdistanê rastî krîza bê aviyê hat.
    Navçeya Qeladizê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye.

     

    Bi heman mijarî:

    346 karker rakirin nexweşxanê
    Li Mûsilê şer ji nû ve gur bû
    Dadgehê cezayê Parlamentera HDPê erê kir
    Dadgehê cezayê girtîgehê yê Demirtaş betal kir
    Lavrov: Em piştgiriya Esad nakin
    Nûçegihanê RTê li Iraqê hat desteserkirin
    ‘Rûsya, dibe hevdîtinê xwe yên bi Amerîkayê re betal bike'
    Brett McGurk: Cîhan bi salane ku şerekî wiha nedîtiye
    Etîketan:
    Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de