09:45 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Cafer Şêx Mistefa: Hevpeymanî dê piştgirîya pêşmerge berdewam bike

    © AFP 2017/ Marwan Ibrahim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Fermandarê Giştî yê Hêza 70 ya Pêşmerge Cafer Şêx Mistefa ragihand ku Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, dê li herêmên di bin deshilatdarîya Pêşmerge de piştgirîya xwe berdewam bikin.

    Fermandarê Giştî yê Hêza 70 ya Pêşmerge Cafer Şêx Mistefa ku yek ji wan kesên beşdarî civîna roja Yekşemê ya digel rayedarên hêzên hevpeymanîyê bibû di hevpeyvîneke bi Dengê Amerîka re de, diyar kir, dê hevpeymanî piştgirîya pêşmerge berdewam bike.

    Cafer Şêx Mistefa got, gelek metirsî li ser bajarê Kerkûkê, Xaneqîn û Celewla heye, Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî dixwazin dema milîtanên DAIŞê êrîş bikin piştgiriya pêşmerge bikin û pêşmerge jî di rewşa amadebaşiyê de ye.

    Tê ragihandin ku 600 milîtanên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û li sînorê parêzgeha Diyala kom bûne û planên êrîşan li ser çend navçeyan dikin.

    Fermandarê Hêza 70 Cafer Şêx Mistefa da zanîn, kar li ser wê yekê tê kirin ku Hêzên Hevpeymaniyê piştî çalakiyên milîtanên DAIŞê li ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û di bin desthilata pêşmerge de zêde bûne, êrîşên xwe yên esmanî li ser milîtanên DAIŞê li wan deveran zêde bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Heleb û Reqayê bernameya vegera jiyana asayî dest pê dike
    HDPê ji bo stranên Kurdî yên bi Tirkî hatine tomarkirin komîsyona lêkolînê xwest
    Kovara Akademiya Cengê ya Amerîkayê li ser berga xwe wêneyê Ocalan bikar anî
    Abdullah Gul bersiva da îdiayên ku bi Gulen hevdîtin pêk anîye
    Li Reqayê şer girantir bû: 17 mîlîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de