09:50 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Masîgirên Çemê Dîcleyê

    Rejima Îranê dîsa av li ser Herêma Kurdistanê birî

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, rejima Îranê dîsa av li ser Herêma Kurdistanê qut kir.

    Çend roj berê rejima Îranê dîsa av li ser Herêma Kurdistanê birî. Hinek rayedarên Kurdistanê bi berpirsên Îranê re hevdîtin pêk anîbûn û nerazîbûna xelkê herêmê gihandin wan. Piştî hevdîtinê Îran razî bibû ku hinek av berde.

    Berpirsê ava vexwarinê ya devera Pişdar ya Herêma Kurdistanê Zana Osman di axaftina xwe de ragihand ku duhî em pê hesiyan Îranê dîsa ava çemê Zêya Biçûk girtiye. Niha ava me gelekî kêm bûye.

    Zana Osman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev cara duyemîn e Îran ava me digire. Me aliyên pêwendîdar ji vê yekê agahdar kiriye û me daxwaz ji wan kiriye givaşê bixin ser Îranê da ku avê berdin."

    Wek tê zanîn Îranê li nêzîkî bajarê Serdeştê bendavek li ser çemê Zêya Biçûk ku derbasî Herêma Kurdistanê dibe çêkiribû û ji ber vê ava derbasî devera Pişderê dibe gelekî kêm bibû.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye ava çemê Firatê qut dike
    Artêşa Iraqê gihîşte Çemê Dicleyê
    Hêzên Iraqê gihîştin Çemê Firatê
    Parlementerê HDPê: "Hin cesed avêtin Çemê Dîjleyê.."
    Ji Îranê helwesta referandûmê: Nabe mijara nîqaşê
    Etîketan:
    Rejima Îranê av li ser Kurdistanê qut kir, Berpirsê ava vexwarinê ya devera Pişdar ya Herêma Kurdistanê, Zana Osman, Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de