02:00 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Kerkûk

    Li bajarê Kerkûkê amadehiyên referanduma serxwebûnê dest pê kirin

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Li gorî daxuyaniya Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandumên Kurdistanê amadehiyên referanduma serxwebûnê li Kerkûkê dest pê kirin.

    Li gorî nûçeya BasNewsê endamê rêveberiya giştî ya Komîsyona Hilbijartin û Referanduman Karwan Celal ragihand ku me li Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî dest bi amadekariyên referandumê kir. Çi amadekarî bo Hewlêr, Silêmanî û Dihokê were kirin bo deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê jî têne kirin.

    Endamê Komîsyona Hilbijartin û Referanduman Karwan Celal di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li Kerkûkê ti arîşeyek li pêşiya me nîne, tenê koçberên bajarê Hewîcê hene, ew jî dê li kampan deng bidin."

    Referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê roja 25 Îlona 2017an dê were lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenter Tan: Di nava dewleta Kurdistanê de divê Kerkûk û Mûsilê jî hebin
    Waliyê Kerkûkê Kerîm: Kerkûk a kurd, tirkman û ereban e
    Kerîm: Kerkûk dê beşdarî referandûma serxwebûnê bibe
    YNK: ‘Kerkûk bajarê Mam Celal e'
    Namzetê Serokatiya MHPê: Kerkûk Tirk e, ez nijadperestiyê dikim
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Endamê Komîsyona Hilbijartin û Referanduman, Karwan Celal, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de