23:10 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Jinên êzidî

    6 kurdên din ji destê milîtanan hatin rizgarkirin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Li gorî çavkaniyên herêmî, 6 keçên din ên kurdên êzdî li bajarê Mûsilê hatin rizgarkirin. 4 ji wan gihiştin xizmên xwe û yên din jî biryare Îro bigihên malbatên xwe.

    Li gorî daxuyaniya Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî Husên Qayîdî duhî di 6 keçên kurdên êzdî li Mûsilê hatine rizgarkirin. 3 ji wan xelkê Tilqeseb û yên din jî xelkê devera Şingalê ne.

    Husên Qayîdî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku du ji wan keçan dema ku hatine rizgarkirin birîndar bûne û niha rewşa wan a tendirustî baş e.

    Wek tê zanîn di dema êrişa DAIŞê ya li dijî Şingalê de zêdetirî 6 hezar kurdên êzidî ketibûn destê DAIŞê û heta niha 3 hezar û 55 kurdên êzidî hatine rizgarkirin û hêj çarenivîsa 3 hezarên din ne diyar e.

    Bi heman mijarî:

    Di nava 48 seetên borî de 11 kurdên êzdî hatin rizgarkirin
    Malbata kurdên êzdî ku ji 14 kesan pêk dihat ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
    Piştî rizgarkirina Şengalê 2500 malbatên kurdên êzdî vegeriyane Şengalê
    Heta niha nêzî 1700 kurdên êzdî ji dest DAIŞê rizgar bûne
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    Etîketan:
    berpirsê ofîsa rizgarkirina kurdên êzdî, Husen Qayîdî, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de