17:46 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Nûnerê Êzidîyan ê Şandeya Referandûmê: Barzanî her tişt eşkere ji wan re got

    © AFP 2017/ FABRICE COFFRINI
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Nûnerê Êzidî yê endamê şanda referanduma Herêma Kurdistanê ku li Ewropayê digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî danûstandinan dike, Şêx Şemo ragihand, ‘Pêşwazîyeke mezin li Barzanî hatiye kirin û serdan bi daxwaza fermî ya Yekîtîya Ewropayê pêk hatiye”

    Li gor nûçeya kdp.infoyê Şêx Şemo bal kişand ser girîngiya serdana Ewropayê ya şandeya referandûmê û diyar kir, ‘Pêşwazîyeke pir mezin li Serok Barzanî hat kirin û wî jî axaftina dilê hemû gelê Kurdistanê ji Yekîtiya Ewropayê re kir."

    Endamê Encûmena Referandûmê û Nûnerê Êzdiyan di Parlemantoya Kurdistanê de Şêx Şemo destnîşan kir ku serdan bi daxwaza fermî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bi beşdarîya hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê pêk hatiye û wiha domand:

    'BARZANÎ BI ZELALÎ BEHSA REWŞÊ KIR'

    "Serok Barzanî bi eşkere û bi zelalî behsa rewşa Herêma Kurdistanê û guhertinên navçeyê kir. Herwiha behsa referandumê kir û wan jî bi eşkere tekez kirin ku ew ligel biryara gelê Kurdistanê ne û piştevaniya Kurdistanê dikin. Serok Barzanî ji wan re got ku referandum biryara gelê Kurdistanê ye û hêvî ji wan xwest ku hemû alî rêzê li vê biryarê bigirin."

    'REFERANDÛM DI DEMA DIYARKIRÎ DE BIRÊVE DIÇE'

    Şamo got: "Serok Barzanî behsa serkeftin û qurbaniyên Hêzên Pêşmerge jî kir û wan jî ji aliyê xwe ve em piştrast kirin ku ewê li ser alîkariya Pêşmerge berdewam bin. Herwiha Serok Barzanî got ku dê referandum di dema diyarkirî de birêve biçe."

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Li Sûriyê pisporekî leşkerî yê Rûsî mir
    Rûsya: Em hêvî dikin Amerîka sozên derbarê milkên dîplomatîk de bi cî bîne
    Amerîkayê, Moskowê ji ber alîkarî nedaye bajarê xeyalî ‘Rûs Atlantîsê' rexne kir
    YPGê nasnameya 3 şervanên biyanî yên li Reqayê can dane eşkere kir
    Berpirsê YEyê: Roja referandûma Kurdistanê rojeke dîrokî ye
    Dêra Surp Sarkîs a Amedê bi rûxandinê re rû bi rû ye
    Altan Tan: Parlamentarên AKPê beşdarî cenazeyê PKKyîyan bûn
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de