23:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Avahiya Parlamena Ewropayê ya Strazburg

    Berpirsê YEyê: Roja referandûma Kurdistanê rojeke dîrokî ye

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 24 0 0

    Piştî civîna digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li Belçîkayê, Serokê Frakisyona Xistîyanan li Parlamentoya Ewropayê (PE) Manfred Weber diyar kir ku ew dê çavderan bişînin bo şopandina referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û got, 'Divê hemû encamên wê bên qebûlkirin.'

    Li gor nûçeya BasNewsê Manfred Weber di civîneke rojnamevanî de destnîşan kir, ‘Gelek dostên Kurdistanê hene, li cem me Kurdistan nimûneyeke baş û aram e, herwiha roleke wê ya baş di aramiya navçeyê de heye."

    Berpirsê YEyê rola Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û destxweşî li Herêma Kurdistanê kir ku piştgiriya penaberên xirstiyan li hemû navçeyên Iraqê kiriye.

    'DIVÊ HEMÛ ENCAM BÊN QEBÛLKIRIN'

    Wî herwiha got, divê hemû encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê werin qebûlkirin.

    Berpirsê YEyê di berdewamê de diyar kir, niha dem hatiye ku Yekîtiya Ewropayê piştgiriya hevpeymanên me li Kurdistanê bikin û ew dê çavdêran bo referandûoma 25ê Îlonê bişînin ji ber ku roja birêveçûna referandûmê rojeke dîrokî ye.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Dêra Surp Sarkîs a Amedê bi rûxandinê re rû bi rû ye
    Altan Tan: Parlamentarên AKPê beşdarî cenazeyê PKKyîyan bûn
    Rûsyayê bi moşekên Toçka-Uyê tetbîqat pêk anî
    Barzanî li Parlamena Ewropayê axivî û ji bo hemû pêkhateyan soz da
    Amerîka peymana têkoşîna li dijî terorîzmê bi Qeterê re mor kir
    Hevserokê Kantona Efrînê: Em ê bersiva êrişan bidin
    Etîketan:
    Ewropa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de