08:07 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî li Parlamena Ewropayê axivî û ji bo hemû pêkhateyan soz da

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 62 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Ewropayê de, li pêş Parlementoya Ewropayê (PE) gotarek li ser mijara referandûma serxwebûna Kurdistanê û şerê dijî terorê pêşkêş kir.

    Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî di gotara xwe ya PEyê de bal kişand ser ku şandeya hatiye Ewropayê hilgirê peyama xelkê Kurdistanê ye û da xuyakirin, "Dibe ku gelek bê gotin ku heger (referandûm) bibe, asayişa navçeyê dê têk biçe, lê berevajî wê yekê rast e û metirsî heye ku heger ew (referandûm) nebe, navçe rûbirûyî pirsgirêkên mezin dibe û asayiş û aramî têk diçe."

    'EV ZÊDETIRÎ SED SALÎ YE EM HEWLA ŞIRÎKATÎYEKE RASTÎ DIDIN'

    Barzanî li pêşberî PEyê got: "Em wek xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve ji sed salî zêdetir me hewil da ku karibin hevparî û şirîkatiyeke rastî pêk bînin û li vê dawiyê jî Iraqeke federal û demokratîk dirust bikin, lê mixabin ti encamek neda."

    Barzanî destnîşan kir: "Heger em pêwendiyên xwe ligel Iraqê parve bikin, dikarin bibêjin ku di du qonaxan re derbas bûne, yek ji şerê cîhanê yê yekem û heta 2003an, ya duyem jî ji 2003yan û heta niha. Qonaxa yekem hikmê Suneyan bû, qonaxa duyem jî hikmê Şîeyan ne."

    'DÊ MAFÊ HEMÛ PÊKHATEYAN PARASTÎ BE'

    Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser ku ew bi gelê xwe şanaziyê dikin ku ferhenga bihevrejiyanê ye û li ser biryara referandûma 25ê Îlona 2017an got: "Ev biryar jî ya hemû xelkê Kurdistanê û tevahiya pêkhateyan e. Di pêşerojê de jî em pabendî wê dibin ku hemû pêkhate û ol mafê wan di Kurdistanê de parastî be."

    BARZANÎ BI CÎGIRÊ SEROKÊ PE'YÊ RE JÎ CIVÎYA

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştre bi Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropayê re civiya ku di wê civînê de jî pirsa çerenivîsa Kurdistanê û referandomê hate gotûbêjkirin.

    Barzanî û şanda ligel wî roja 10ê Tîrmehê gihîştibûn Brukselê ku ew şande ji Endamê Polîtburoya YNKê Necmedîn Kerîm, Hoşyar Zebarî, Endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî Dr. Mihemed Hawdiyanî, Nûnerê Tirkmenan Mihemed Seidedîn, Nûnera Xirstiyanan Wehîde Yaqo Hirmiz û Nûnerê Êzidiyan Şêx Şamo pêk tê.

    Şandeyê îro (11ê Tîrmehê) serdana Wezareta Bergiriya Belçîkayê, Herêma Vlanders û Yekîtiya Ewropa (YE) jî kiribû.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya holandî: MÎTê li Laheyê li hemberî kurdan ‘lîsteya mirinê' amade kiriye
    Hevserokê Kantona Efrînê: Em ê bersiva êrişan bidin
    Tirkmen û ereban bertek dan çêkirina peykerê pêşmerge
    HSDê kontrola kampa perwerdehiyê ya DAIŞê bidestxist
    Mistura: Divê kurd jî beşdarî nivîsîna destûra bingehîn a Sûriyeyê bibin
    Etîketan:
    Kurdistan, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de