17:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Afrin - Kilis sınırı

    Hevserokê Kantona Efrînê: Em ê bersiva êrişan bidin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5910

    Sewqiyata leşkerî ya Tirkiyeyê ku plan dike bi ASAyê re têkeve Efrînê û derdorê dewam dike. Hevserokê Kantona Efrînê Hêvî Mistefa ji Sputnikê re axivî û ragihand ji ku dibe bila bibe eger êriş pêk werê dê bersivê bidin.

    Artêşa Tirkiyeyê li ser sînorê Efrînê û 12 gundê wê obusan û moşekên Katyûşayê bicih kirin.

    Tevdergeriya leşkerên tirk û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li bajarên Mare û Ezezê yên nêzî Efrînê jî dewam dike.

    Tirkiye, plan dike bi ASAyê re têkeve Efrînê û dem dem bi topên obusan çeperên YPGê topbaran dike.

    Hevserokê Kantona Efrînê Hêvî Mistefa di derbarê plana têketina bajarê Efrînê ji Sputnikê re nirxand.

    ‘DI ENCAMA ÊRIŞA OBUSAN DE SIVÎL MIRIN'

    Mıstefa diyar kir ku carna Tirkiye êrişî Efrînê û Tilrifetê dike û got: "Tirkiye doh bi topên obusan herêmên Şehba û Tilrifetê topbaran kir. Di encama topbaranê de gelek sivîl mirin û birîndar bûn. Kesên ku mirin welatiyên ereb bûn. Tirkiye ji ber têkiliyên di navbera Kantonên rojava bibere, dixwaze êrişan bike. Tirkiye naxwaze ku Kanton bigihijin hev. Naxwazin projeya Xweseriya Demokratîk pêk were. Planên wan kurin."

    "EM NAXWAZIN BI KESÎ RE ŞER BIKIN"

    Mistefa teqez kir ku kî êrîşî Efrînê bike, dê bersivê bidin û wiha pê de çû: "Kî dest di Efrînê de werde, em ê xwe biparêzin. Hêza xwe ya parastinê heye. Em ê mafên xwe yên meşrû yên xweparastinê bi kar bînin. Ev mafê me ye. Em dixwazin bi gelên Tirkiyeyê re bi biratî û li gorî têkiliyên cîraniyê bijîn. Divê gelên Tirkiyeyê êrîşa muhtemel a li dijî me asteng bikin. Em naxwazin bi kesî re şer bikin. Ev 5 sal in, Tirkiye bombeyan diavêje Efrînê. Bi topên Obûsê, bi tankan lê dixe. Lê ev çend mehên dawî, eşkere dibêje "Ez ê operasyonê li dijî Efrînê bikim". Di daxuyaniyên xwe yên fermî de dibêje."

    ‘TIRKIYE DIXWAZE EFRÎNÊ BISTÎNE Û DESRBASÎ ÎDLÎBÊ BIBE'

    Mistefa eşkere kir ku Tirkiye naxwaze krîza Sûriyeyê çareser bibe û wiha pê de çû: "Tirkiye hemû komên ASAyê yên li Helebê civand û anî li derdora Efrînê û herêma Şehbayê bicih kir. Tirkiye niha jî bi ASAyê re dixwaze Efrînê bistîne û derbasî Îdlîbê bibin."

    Efrîn ji ber nêzî sînorê Tirkiye û Heleb, Îdlîbê ye herêmeke stratejik e. Piraniya niştecihên Efrînê kurd in. Herwiha niha li Efrînê nêzî 35 hezar şervanên YPGê hene.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye êrişî YPGê kir: Mirî û birîndar hene
    Balafirên şer bi şaşî çeperên YPGê bombebaran kirin: 30 mîrî
    'Balafirên şer ên tirk çeperên PKKê û YPGê bombebaran kirin'
    Amerîka 140 tir wesayîtên leşkerî ji YPGê re şandin
    YPG: Amadekarîyên Tirkiyê yên ser sînorê Sûrîyê 'ragihandina şer' e
    Tirkiye: Divê YPG li Efrînê nemîne
    YPG: Me biryara bersivdayîna Tirkiyeyê da
    Etîketan:
    bersiv, êriş, Sputnik, Hêvî Mistefa, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de