13:29 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Tirkmen û ereban bertek dan çêkirina peykerê pêşmerge

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 52 0 0

    Peykerê pêşmerge yê 21 metreyî yê ku ji bo bibîranîna pêşmergeyên di şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest daye, tê çêkirin bû sedema nîqaşan. Tirkmen û ereban bertek dan çêkirina peykara pêşmerge.

    Li têketina bajarê Kerkûkê ya Herêma Kurdistanê peykera Pêşmerge ku bilidiya wê ji 21 metro û firehiya wê jî 12 metroyan pêk tê hat çêkirin.

    Peykara ku ji aliyê bazirganekî kurd ve û nêzî 60 hezar dolarî hat xerckirin, ji bo bibîranîna pêşmergeyên di şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest daye, tê çêkirin.

    Beriya niha jî bilindkirina ala Kurdistanê li saziyên fermî yên li Kerkûkê, di navbera Rêveberiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de bibû sedema krîzê.

    Tirkmen û ereban bertek dan çêkirina peykera Pêşmerge ya li Kerkûkê.

    ​‘TIRKMENAN JÎ CANÊ XWE DAN'

    Berpirsê Teşkîlata Bajarê Kerkûkê yê Cepheya Tirkmenan ê Iraqê Muhammet Aga ji Ajansa Anadoluyê re axivî û got: "Li Kerkûkê tenê xwîna pêşmerge nerijî. Tirkmenan li Beşîr, Tuzxurmatu, Daqûk û li gelek cihên Iraqê can dan. Em peyama ku Kerkûkê pêşmerge parastiye teqez red dikin."

    ‘JI BO PARASTINA VÊ BAJARÎ HERÎ ZÊDE PÊŞMERGEYAN CAN DAN'

    Kûrdekî li bajarê Kerkûkê Berzan Dello jî got: "Bi salane Pêşmerge tene sere xwe Kerkûkê ji terorîstan diparêze, çêkirina pêşmergejî gelek erenî ye. Ji bo parastina vê bajarî herî zêde pêşmerge can dan. Pêşmergeyan ne tene kurdan hemû nijadan parast."

    Bi heman mijarî:

    Trump: Em Pêşmerge û leşkerê Iraqê pîroz dikin
    Tillerson fedekarîya Pêşmerge û artêşa Iraqê pîroz kir
    Helgurt Xidir: Heşda Şebî li Başîkê 3 Pêşmerge desteser kirin
    Li Kerkûkê teqîn: 2 Pêşmerge birîndar bûn
    Fermandarê Pêşmerge: Heta pêl cesedê me nekin nikarin bikevin Kerkûkê
    Etîketan:
    ereb, tirkmen, bertek, pêşmerge, peyker, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de