00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Kurdên Sûriyeyê - Kurdên Rojavayê -

    Mistura: Divê kurd jî beşdarî nivîsîna destûra bingehîn a Sûriyeyê bibin

    © AFP 2017/ YASIN AKGUL
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5920

    Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura bi Sputnikê re axivî û diyar kir ku gelekî giring e, kurdên sûrî di nivîsîna destûra bingehîn a Sûriyeyê de cih bigirin.

    Mistura di hevpeyvîna xwe ya bi Sputnikê re teqez kir ku pêdiviyeke gelekî giring heye ku kurd di pêvajoya nivîsîna destûra bingehîn a Sûriyeyê de beşdar bibin û diyar kir ku gelekî zehmet e, dengê kurdan bê piştguhkirin gava ku ev pêvajo dest pê bike.

    Nûnerê NYê derbarê mijarê de wiha got: "Kurd komeleyeke gelekî giring e. Divê ku mafê kurdan hebe ku gotina xwe bibêjin di derbarê destûra bingehîn a bê de yan jî derbarê guhertina destûra heyî de".

    Mistura axiftina xwe wiha dewam kir: Di vê kêlîkê de em axiftinên teknîkî derbarê dem û pêvajoyê de bi rê ve dibin ne ku behsa destrûreke rasteqîn dikin. Lê gava dem were, dê gelekî zehmet be ku dengê kurdên sûrî bê piştguhkirin."

    Bi heman mijarî:

    Pisporê Rûs: Rûsya û Tirkiye di mijara kurdên Sûriyeyê de naxwazin dijayetiya hev bikin
    "Tirkiye herêma tampon ji bo kurdên Tirkiyeyê û yên Sûriyeyê negihêjin hev dixwaze"
    5 kurdên êzidî li Mûsilê û 9 jî li Sûriyeyê hatin rizgarkirin
    ENKS: Bila Tirkiye kêşeya kurdên xwe çareser bike, xwe tev li yên Sûriyeyê neke
    "Kurdên Sûriyeyê, meha bê dê pêşnûmaya makeqanûna federasyonê pesend bikin"
    Etîketan:
    nivîsîn, destûr, kurd, Sputnik, Staffan de Mistura
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de