00:49 21 Cotmeh 2017
Zindî
    DAIŞ

    Welatiyekî amerîkî bi tohmeta endamtiya DAIŞê hat girtin

    © AP Photo/ albaraka_news, File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, asayîşa Herêma Kurdistanê bi tohmeta endamtiya rêxistina terorîst a DAIŞê welatiyekî amerîkî binçav kir.

    Li gorî nûçeya Kurdistan24ê ku dispêre çavkaniyekî asayîşa Dihokê û ragihand ku kesê hatiye binçavkirin hefteya borî bi awayekî fermî di deriyê Îbrahîm Xelîl de derbasî Herêma Kurdistanê bûye.

    Heman çavkaniyê ragihand ku amerîkiyê hatiye binçavkirin bi eslê xwe pakistanî ye û li sînorê bendava Mûsilê ji aliyê hemwelatiyan ve hatiye girtin û radestî asayîşê kirine.

    Ev kes li herêmê bi piyan geriyaye û xelkê herêmê guman jê kiriye ku endamê DAIŞê be û ji Mûsilê reviyabe, lewma wî digirin û radestî hêzên asayîşê dikin. Li gorî zanyariyan lêpirsîna wî hemwelatiyê amerîkî ji aliyê asayîşê ve dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    YPG: DAIŞ li Reqayê sivîlan bi kar tîne
    HSDê taxên rojava dorpêç kirin, DAIŞ jî êrişî noqteyên kontrolê dike
    Çavderîya Sûrîyê: DAIŞ bi tevahî ji Helebê vekişîya
    Melayê Mizgefta ‘Xîlafeta DAIŞê’: Ji ber zilmê DAIŞ ket Mûsilê
    DAIŞ ‘pasaportên cinetê’ dide
    Etîketan:
    Amerîkiyek bi tohmeta endamtiya DAIŞê hat girtin, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de