19:17 19 Mijdar 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    ‘Ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê em ê herin hemû paytextên cihanê'

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Duhî heyeteke bilind a bi serokatîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo mijara referanduma serxwebûna Kurdistanê serdana paytextê Belçîka Brûkselê kiribû.

    Tê peşbînîkirin ku heyeta bi serokatiya Serok Barzanî îro danûstandinan ligel berpirsên Yekîtiya Ewropayê û hikûmeta Belçîkayê bikin. Yek ji endamê heyeta bilind Xoşyar Zebarî derbarê bernameya hevdîtinan de got: "Civînên me yên giring li gel hikûmeta Belçîkayê, serokê freaksiyonên Parlamentoya Ewropayê û Komîsyona Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê hene."

    Xoşyar Zebarî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Danûstandinên me li ser qonaxa piştî qedandina rêxistina terorîst a DAIŞê û peyameke me ya eşkere û zelal heye ku em daxwaza piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê bikin. Bi baweriya min dê encam baş bin."

    Zebarî di dirêjiya axaftina xwe de got: Em ê herin serdana welatên cîran û paytextên wek Washîngton, Moskow, Pekîn, London, Parîs û welatên din ên mezin ên cîhanê bikin. Ti welateke demokratîk bi eşkere dijberiya referandumê nake. Hewlên me ji bo wê yekê ne ku referandum şefaf û bawerpêkirî be."

    Bi heman mijarî:

    Merkelê bersiva referanduma serxwebûna Kurdistanê da
    Ji Ahmet Turk daxuyaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê
    Li encumena Senato ya Fransayê konferansa referanduma Kurdistanê tê lidarxistin
    Ji Îranê daxuyaniya biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê
    Ji Tirkiyeyê daxuyaniya referanduma Kurdistanê
    Etîketan:
    Heyeta bilind a Kurdistanê serdana Brûkselê kir, Xoşyar Zebarî, Belçîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de