20:58 26 Îlon 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Barzanî: Referandûm derfeteke bo Kurdistanê

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (294)
    0 27 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji welatiyên Kurdistanê û hemû alî û hêzên siyasî yên Kurdistanê kir ku ji bo serkeftina referandumê bixebitin û da xuyakirin, referandûm a ti partiyekê nîne û kes nikare xwe bike xwediyê wê.

    Îro merasîma çilrojiya koça dawî yê Sekreterê berê yê Partiya Komonîst a Iraqê, Ezîz Mihemed li Hewlêrê hat sazkirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî tê de amade bû û gotarek pêşkêş kir.

    ‘REFERANDÛM A HEMÛYAN E NE YÊ PARTIYEKE'

    Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa referandûma bo serxwebûna Kurdistanê kir û got: "Referandûm a hemûyan e û ya partiyek bi tenê nîne, ji ber wê jî dive hemû alî ji bo serkeftina wê proseyê kar bikin û bi ‘Erê' deng bidin serxwebûna Kurdistanê."

    Barzanî wiha pê de çû: "Di referandumê de binketî û serkeftî nîne, yan em hemû serdikevin, yan jî berovajî dibe."

    ‘REFERANDÛM DERFETEKE BO KURDISTANÊ'

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, ku referandûm derfet e bo wê çendê ku gelê Kurdistanê bi çêweyeke şaristanî û aştiyane û dûr ji tundûtîjî dengê xwe bo serxwebûnê bigihîne cîhanê, da ku ji hemû cîhanê re bibêje, ku naxwaze xelkek din biryarê li ser çarenivîsa wê bide.

    Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku divê referandum bibe xala li hev komkirinê ne ji hev belavbûna nav mala Kurdistanê, bo wê yekê jî daxwaz ji medyayan kir, ku rolek erênî bibînin û xelkê ji referandûmê dilsar nekin.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (294)

    Bi heman mijarî:

    Emar Hekîm: Îsraîl piştgirîyê dide referandûma Kurdistanê
    Parlamenterê AKPê piştgirî da referandûma Kurdistanê: Ne mecbûrên destûrê bixwazin
    Amadekariyên îdarî û teknîkî bo referandûma Kurdistanê dest pê kir
    Ji ber referandûma Kurdistanê gef li kurdan têne xwarin
    Mislim: Em referandûma serxwebûnê li Rojava nakin
    Etîketan:
    Kurdistan, serxwebûn, referandûm, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de