04:27 21 Îlon 2017
Zindî
    Barzanî û Ebadî

    Barzanî rizgarkirina Mûsilê li Ebadî pîroz kir

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1310

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re axivî û serkeftina şerê Mûsilê li gelê Kurdistan û Iraqê pîroz kir.

    Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro Duşemê (10/7/2017) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re axiviye û pîrozbahiya serkeftina mezin a rizgarkirina bajarê Mûsilê kiriye.

    Serok Barzanî gotiye ku ew serkeftin berhema hevahengî, hevkarî û qurbanîdana pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê ye.

    Herwiha Barzanî pîrozbahî li gelê Kurdistan û Iraqê kiriye ku ev serkeftin bi xwîna zarokên herdu aliyan hatiye nexşandin.

    Li gorî daxuyaniyê, "herdu serokan bi rêzdarî şehîdên vê serkeftinê bi bîr anîne û hêviya başbûna bilez ji birîndaran re xwestin".

    Di dawiyê de Barzanî û Heyder Ebadî tekezî li berdewambûna hevahengî û hevkariya herdu aliyan a tekoşîna li dijî terorê de kirin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê serkeftina xwe li Mûsilê ragihand
    Taxa Şîfa ya Mûsilê hat rizgarkirin
    Melayê Mizgefta ‘Xîlafeta DAIŞê’: Ji ber zilmê DAIŞ ket Mûsilê
    Li Mûsilê 5 ji wan Kurdên Êzidî 30 kes hatin rizgarkirin
    Iraq: Temamiya Mûsilê hat kontrolkirin
    Koalîsyona Navdewletî hejmara mîlîtanên DAIŞê yên li Mûsilê eşkere kir
    Serokwezîrê Iraqê Ebadî: Di nav çend rojan de rizgarkirina Mûsilê tê ragihandin
    Polîsên federalî yên Iraqê êrîşî çeperên Mûsilê yên DAIŞê dikin
    Etîketan:
    mesûd Barzanî, Heyder Ebadî, Kurdisan, mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de