03:13 23 Îlon 2017
Zindî
    Jinên êzidî

    Di nava 48 seetên borî de 11 kurdên êzdî hatin rizgarkirin

    © AP Photo/ Seivan M.Salim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Li gorî daxuyaniya berpirsê ofîsa rizgarkirina kurdên êzdî di nava 48 seetên borî de li Mûsil û Reqqayê 11 kurdên êzdî hatin rizgarkirin.

    Li gorî nûçeya BasNewsê berpirsê ofîsa rizgarkirina kurdên êzdî Hisên Qaidî ragihand ku her roj bê navber kurdên êzdî têne rizgarkirin, tenê di nava 48 seetên borî de li bajarê Mûsil û Reqqayê 11 kurdên êzdî hatin rizgarkirin.

    Berpirsê ofîsa rizgarkirina kurdên êzdî Hisên Qaidî ragihand ku ew kesên hatine rizgarkirin berî 3 salan ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û rastî êşkenceyê cor bi cor bibûn. Li gorî daxuyaniya Qaidî heta niha zêdeyî 3 hezar û 55 kurdêm êzdî ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hatine rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Malbata kurdên êzdî ku ji 14 kesan pêk dihat ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
    Li 20 welatan bêdengî ji bo jinên êzdî
    Heta niha nêzî 1700 kurdên êzdî ji dest DAIŞê rizgar bûne
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    Etîketan:
    11 kurdên êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin, berpirsê ofîsa rizgarkirina kurdên êzdî, Hisên Qaidî, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de